Li ber NY’yê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan didome 2023-04-19 20:56:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ber ofîsa NY'yê ya li Cenevreyê didome. Di çalakiyê de ji bo beşdariya panela “Jin, jiyan, azadî” ku ji bo 100 saliya Peymana Lozanê bê lidarxistin, bang hat kirin.   Kurdistanî û dostên wan di çarçoveya “Dem dema azadiyê ye” de ji bo azadiya fîzîkî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 25’ê Çileya 2021’an ve her roja  Çarşemê li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê çalakiya rûniştinê li dar dixin. Di çalakiya rûniştinê de ku li dora konê li Place des Natlîonse berdewam dike, pirtûkên Abdullah Ocalan ên li ser paradîgmaya azadiyê li gel hatin belavkirin.   ‘DIVÊ EM ÇALAKIYÊN XWE MEZIN BIKIN’   Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî di çalakiyê de axivî û bibîr xist ku zêdeyî 25 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin û da zanîn, çalakiyên ku tên kirin, ne têrker in.   Çelebî diyar kir ku li gel biryara bêçalaktiyê ya PKK’ê êrîş didomin. Çelebî bal kişand ser girîngiya hilbijartinên Tirkiyeyê ku wê di 14’ê Gulanê de bên kirin û ji bo tevlîbûna çalakiyan bang kir.   Hevserok Tûba Yilmaz jî ji bo tevlîbûna panela “Jin, jiyan, azadî” ku dê di 21’ê Nîsanê di çarçoveya çalakiyên 100 saliya Peymana Lozanê de li Qesra Rûmîne bê lidarxistin, bang kir.    Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê berdewam kir.