Partiya Çepên Kesk li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî 2023-04-19 19:47:36   SEMSÛR - Partiya Çepên Kesk bi beşdariya Hevberdevka Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçarê li Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî.    Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Semsûrê li taxa Yenimahaleyê ya Semsûrê bi mexdûrên erdhejê re fitirî. Ji ber ku avahiya Partiya Çepên Kesk jî bandor ji erdhejê girtiye, xwarina fitarê li cihê konteyniran hat dayîn ku wekî navenda Partiya Çepên Kesk a Semsûrê hatiye diyarkirin. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û namzetên parlementeriyê yên bajêr jî di nav de gelek endamên partiyê bi mexdûrên erdhejê re fitirîn.    'SERKÊFTIN A ME YE'   Berî fitarê hemû namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Semsûrê xwe bi gel dan nasandin û piştrê jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk  Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî. Ûçar di destpêke de bi kurmancî û kirmançkî xêrhatina gel kir û piştrê jî bi lêv kir ku diyarkerê hilbijartinê têkoşîna azadiyê ya kurd, elewî û jin in. Ûçarê destnîşan kir ku ev hilbijartin di nav bera gel û desthilat de ye û ev tişt gotin: "Em jî weke Partiya Çepên Kesk dixwazin bibin pêşengê têkoşîna azadî û demokrasiyê. Tifaqa me jî hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne. Tîfaqa me tifaqa Ked û Azadiyê û Tîfaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd e. Lê di tifaqa desthilatê de ji bilî dijminê jinan û kurdan tu kese nîn e. Me ew qad jî ji wan re teng kiriye."    Ûçar di dawiyê de wiha got:  "Heta niha têkoşîna me bi gelek berdelan re rû bi rû ma, lê êdî îro roja serkêftine ye. Rêya me ya 3'yemîn wisa diyar dike ku em ne mecbûrî tifaqa komarê û tîfaqa milletê ne. Rêya 3'yemîn em in. Rêya 3'yemîn serkeftina gel e."    Piştî axaftinan, beşdar bi azanê re fitirîn.