Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat berdan 2023-04-19 17:41:05   ŞIRNEX - Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, duh danê nîvro hatibû binçavkirin. Kûtlû piştî îfadeya li midûriyeta polîsan hat berdan.   Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, duh danê nîvro li ber mala xwe ew û welatiyê bi navê Agît Malgaz ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. Kûtlû Malgaz piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan a Cizîrî, hatin berdan.   Hat diyarkirin ku Kûtlû di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê de hatiye binçavkirin û biryara veşarî li ser lêpirsînê heye.