Li Licê civîna bicoş: Em ê Abdullah Ocalan azad bikin 2023-04-19 16:33:39 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê di civîna gel a Partiya Çepên Kesk a Licê de axivî, wiha got: “Heqîqet li Îmraliyê ye. Em ê Îmraliyê bigirin û Ocalan azad bikin.”   Partiya Çepên Kesk li navçeya Licê ya Amedê bi gel re civiya. Namzetên parlamenteriyê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztruk, rojnamevan Cengîz Çandar, Sorgul Aytek û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Hişyar Ozsoy beşdarî civîna gel bûn. Hevjîna Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, Başak Demîrtaş jî bi namzetan re bû. Beriya civînê bi konvoya wesayîtan li bajêr tûr hate avêtin. Di rê de ji konvoyê her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin. Welatiyên li derdorê jî bi îşaretên serkeftinê û tilîliyan namzet silavkirin. Namzetên piştî tûra bajêr hatin qada buroya hilbijartinê ya bi alên Partiya Çepên Kesk hate hilbijartin, li vir bi awayekî bicoş hatin pêşwazîkirin.    DEMÎRTAŞ: LICÊ DÊ DESTANÊ BINIVÎSE   Başak Demîrtaş a bi awayekî bicoş girse silav kir wiha got: “Van rojan yek heye ew jî ji Selahattîn re dibêje ‘Selo’. Bawer im ew jî veşartî ji Selahattîn hez dike. Bi salan e zilmê li gelê me dike, dixwaze van veşêre. Bi salane bi awayekî neheqî siyasetmedarên me li hundir radigirin lê gelê me li ber xwe dide. Em ê serî li ber heqaretên desthilatê netewînin. Em ê di 14’ê Gulanê de Partiya Çepên Kesk mezin bikin, em ê ji bo partiya xwe bi awayekî xurt bişînin Meclisê bi hemû hêza xwe bixebitin. Ya dikeve berê me em layiqî serkeftin û berxwedana Licê bin ne wisa? Bi milyonan hevalên ciwan wê îsal deng bikarbînin. Ji bo ku em di sindoqan de bi awayekî xurt serbikevin em nebêjin ‘Êdî bes e’? Licê xwedî li zarokên xwe derket, Licê li ser pêyan e. Licê çavkaniya me ya serbilindiyê ye. Di 14’ê Gulanê de Licê dê dîsa destanê binivîse.”   ÇANDAR: EM Ê ZILMÊ BI DAWÎ BIKIN   Namzetê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çandar jî gel bi kurdî silav kir û wiha got: “Licê tu deman ji zilmê re serê xwe netewand, li ser piyan sekini. Zarokên ku di 22’yê Cotmehê de li qadan bûn ewên ku niha ev qad tejî kirine. Rêyeke rast a Licê nîne, qeyûm paşguh kiriye. Ev zilm hêj li ser me hemûyan berdewam dike. Ji bo ku em di 14’ê Gulanê de ji vê zilmê re bêjin bes e em ê biçin Meclisê. Em ê kesên di girtîgehê de dîl tên girtin derxînin. Heke em Demîrtaş, Kişanak û Tûncel neînin vir bila ew Meclis ji me re heram bibe. Lê ne tenê wan kesên ku neçar man axa xwe terk kirin heke em neînin bila ew Meclis ji me re heram be. Hêza ku em ji we digirin em ê vê zilmê bi dawî bikin, em ê bikevin rêya Enqereyê. Em ê bi hev re serbikevin.”   OZTURK: LICÊ DILÊ KURDISTANÊ YE   Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk ê pişt re axivî, girîngiya Licê ya ji bo Kurdistanê destnîşan kir û wiha got: “Licê dilê Amedê ye. Serkeftina me dê weke berxwedana Licê be. Gelê me yê hêja van sond xwaribû, di sala 2014’an de plana çokdanînê xistin meriyetê. Gotin ‘em ê vê carê xelas bikin an jî em ê bikin kurdên ku em dixwazin’. Planeke ku nekirin neman. Her derê Kurdistanê talan dikin, çekên kîmyewî bikartînin. Dixwazin pêşiyê li me bigirin, Rojava, Efrîn cihên aştî lê heye didin DAÎŞ’ê. Em weke gelê kurd û tirk bi hev re ne lê ev pergal dijminê ziman, çand û nasnameya kurdan e. Em ê di 14’ê Gulanê de ji wan re bêjin na. Em ê vê pergalê bişînin sergoyê dîrokê.”   ‘HEQÎQET LI ÎMRALIYÊ YE’    Ozturk, bal kişand ser polîtîkayên înkarê yên li dijî kurdan û wiha berdewam kir: “Derdê me bi vê pergalê re heye. Bi sedan salan e em bedel didin, can didin lê berxwedana xwe didomînin. Hûn nikarin ji gelekê re ‘bêjin nasnameya xwe înkar bikin’. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe ne aborî ne jî tu pirsgirêkên din nayên çareserkirin. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Xwestin Girava Îmraliyê bidin ji bîr kirin lê nebû. Fikrên Birêz Ocalan îro ne tenê li Kurdistanê ji bo hemû gelan bûn hêvî. Heqîqet li Îmraliyê ye. Îro demokrasî û mafên mirovan û vîna gel di bin tecrîdê de ye. 2 sal in nikare bi kesê re hevdîtinê bike. 14’ê Gulanê ji bo me hilbijartineke dîrokî ye ji ber vê her deng û her rey girîng e. Wê reyek ji bo aştiyê be. Em ê Îmraliyê bigirin û Ocalan azad bikin.”   Di dema axaftina Ozturk de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav” hatin berzkirin.    Namzeta din Sorgul Aytek jî destnîşan kir ku li dijî kesên çanda kurdan tune dihesibînin divê bi hev têbikoşin û wiha got: “Em ê tax bi tax kolan bi kolan mal bi mal bigerin, daxwaza azadiyê ya gelê xwe veguhêzin 14’ê Gulanê. Em ê qeyûman di sindoqan de bihêlin û bişînin Enqereyê. Heta ku ziman û çanda me azad nebe xew li me heram e. Em ê di 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de serkeftinê bi hev re pîroz bikin.” Piştî axaftinan şande bi tilîliyan buroya hilbijartinê vekir. Civîna gel bi gerandina govendê bi dawî bû.