Li bajarên Kurdistanê coşa vekirina bûroyên hilbijartinê: Em ê hesabê ji îktîdarê bipirsin | TÊ NÛKIRIN 2023-04-19 16:15:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi coşeke mezin bûroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di axaftinên vekirina bûroyan de bang li gel hate kirin ku xwedî li dengên xwe derkevin û peyama têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê hate dayîn.    Ji hilbijartina Serokkomariyê û Hilbijartina Parlamenteran re 26 roj man. Yek ji van partiyên xwe herî xurt ji bo hilbijartinan amade dikin Partiya Çepên Kesk e. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk bênavber dixebitin û coş û enerjiya wan li tevahiya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bûye. Namzet tev li vekirina buroyên hilbijartinê bûn, serdana gel û dikandaran kirin.    SÊRT     Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Sêrtê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk ê Sêrtê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk ên Sêrtê Eşref Tekîn û Emîne Aşkara û şandeya li gel wan serdana esnafên hala fêkî û sebzeyan kirin. Dikandaran şandeyê bi kêfxweşî pêşwazî kir.    Dikandarek banga piştgiriya bo namzetan kir û got: “Em jî li çep û rastê xwe dixebitin.”    Dikandarek din jî bi xêrhatina şandeyê kir û got: “Înşelah em ê her sê nazmetên xwe jî bişînin Meclisê.”    Dikandarek din jî wiha got: “Serkeftin, em amade ne. Serokatiya şaredariyê ji destê te girtin lê belê em ê te wek wekîl bişînin Meclisê.”    XARPÊT   Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Xarpêtê jî li taxa Hîcretê buroya hilbijartinê vekirin. Gelek ciwan beşdarî vekirina buroyê bûn. Namzetên Partiya Çepên Kesk Savaş Erdogan û Sultan Yaray axaftinên kurt kirin û bal kişandin ser girîngiya hilbijartinên 14’ê Gulanê. Jinan û namzetan kurdeleyê birîn û buroyê vekirin.    MELETÎ   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Erxevan a Meletiyê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek şeniyên navçeyê tev li vekirina bûroyê bûn. Beriya vekirina bûroyê girse tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr li navçeya Erxevanê tax bi tax geriyan û gelên navçeyê vexwendin vekirina bûroyê. Şande, ji hêla gel ve bi coş hate pêşwazîkirin.    Gelek şeniyên navçeyê li ber avahiya bûroyê kom bûn. Welatiya alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Navçeya Erxevanê bi rengên Partiya Çepên Kesk hate xemilandin û bûroya hilbijartinê di nava çepik, tililî û dirûşman hate vekirin.    ŞIRNEX   Partiya Çepên Kesk li navçeya Elkê ya Şirnexê bûroya hilbijartinê ya ciwanan vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan, Bedirhan Osal, endam û rêveberên rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk ên bajar, aktîvîstên TJA’yê û bi sedan welatî tev li vekirina bûroya hilbijartinê bûn. Beriya vekirina bûroyê, welatiyan li pêşiya bûroyê li ber dahol û zirneyê xelekên govendê gerandin.    ‘EV GAVEKE NÛ YE’   Ji namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal Aslan di vekirina bûroya hilbijartinê de axivî û wiha got: “Mirov bi zimanê xwe, ava xwe, axa xwe û nasnameya xwe bi rûmet e. Lê bi van êrîşan dixwazin ku civaka me bêrûmet bikin. Lê gelê me li dijî van êrişan zêdetir xwedî li nasnameya xwe û çanda xwe derdikeve. Em dizanin bêtehemûliya wan, tirsa wan ji qirêjiya wan tê. Li dijî vê qirêjiyê me têkoşineke mezin da. Me di malên xwe de, li kolanên xwe û li girtîgehan bedelên giran dan. Lewma ev gav, gaveke nû ye. Em ê çareseriyeke mayînde bînin. Divê em bi vê hişmendiyê nêzî hilbijartinan bibin. Divê em bizanin ku her dengek dê ji bo girtîgehan û Îmraliyê be. Divê em bi hejmareke gelek mezin bikevin parlamentoyê û 15’ê gulanê bi jiyaneke demokratîk rabin.”   ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN’    Bedirhan Osal jî got ku divê ku gel di vê pêvajoyê de bi erka xwe rabe û wiha domand: “Bi salane êrişî çand, ziman û nasnameya me dikin. Heta ku êrişî miriyên me jî kirin. Lê gelê kurd li dijî van êrişan serê xwe netewand û me tekoşîna xwe mezintir kir. Em ne mecbûr in ku 5 salên din jî di vê taristanê de bijîn. Em ê bi şev û roj di xebatên hilbijartinê de cih bigirin. Em ê di 14’ê gulanê de hesaba her tiştê ku ji me hatiye standin bipirsin.”   Piştî axaftinan, bûroya hilbijartinê di nava tililî û çepikan de hate vekirin.    Şande, piştre jî derbasî bajarokê Dêrahînê bûn. Li vir jî namzetan govend gerandin û axaftinên kin kirin. Namzetan qala girîngiya hilbijartinan kir û bang li gel kir ku xwedî li dengên xwe derkevin.    Piştî axaftinan bûroya hilbijartinê hate vekirin.    AMED    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi şandeya namzetên parlementeriyê, Ceylan Akça, Mehmet Emîn Aktar, Azad Bariş û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Abbas Şahîn, parlameterê HDP’ê Îmam Taşçier rêxistinên DBP'ê û HDP'ê yên navend û navçeyan li bazara çarşemê ya navçeya Yenîşehîrê namzetên partiyê dan nasîn. Şandeyê kesên li bazarê silav kirin û belavok belav kirin.   Li aliyê din şandeya ku namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk ên jin yên Amedê, Adalet Kaya û Halîde Turkoglû, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk a Amedê Pinar Tekîn Sakik û Tevgera Jinên Azad (TJA) jî di nav de serdana gundê Gozelî yê navçeya Peyasa Amedê kir. Dema ji hêla şandeyê ve belavok hatin belav kirin, şêniyên gund ji bo serkeftinê diayan kirin.    Namzetan guhdariya pirsgirêkên şêniyên gund kirin. Dû re dengê çepik û tilîliyan li gund bilind bû û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bijî Berxwedana Zîndanan” , “Jin jîyan Azadî” hat berz kirin.   ÇEWLIG   Partiya Çepên Kesk li navenda bajêr ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewligê bi gel re civiya. Namzetên parlementeriyê yên Çewligê yên Partiya Çepên Kesk Cemîle Tûrhalli, Farûk Aris û Omer Farûk Hulakî û Parlementerê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr û  Hevserokê HDP'a Çewligê Feyzî Şahanoglû tevlî civîna bi gel re bûn.    Di civînê de namzeta parlementeriyê Cemîle Tûrhalli got: "Ez gelek bextewar im ez beşdarî ve civînê bû me û bi were me. Em li vir bi coş in û kelecana gelê xwe his dikin. Kesek bi tena serê xwe bê wate ye û wateya bi tenêtiyê tune ye. Em ne bi tenê ji bo kesayeta xwe li vir in. Em ji bo hebûna neteweya xwe li vir in û em ê hemû bi hev re li vî welatî bi ser bikevin. Em ê dest bi dest, mil bi mil bi hev re bi ser bikevin."   Namzetê parlementeriyê Farûk Aris jî got: "Li pêşiya me hilbijartineke gelek girîng heye. Ger em bi awayekî bi hêz herin parlementoyê dê qezencên me hemû xurt bin. Ger em di vê hilbijartinê de jî vê desthilatê neşînin dê faşîzm li her derî fermî bibe."   Piştî civîna bi gel re partiyî heya buroya hilbijartinê ya li taxa Beşyolê meşiyan.    DÎLOK   Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Taxa Onat Kûtlû ya navçeya Şehîtkamîl buroya hilbijartinê vekir. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Dîlokê, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk, Dayikên Şemiyê û bi sedan kes tevlî vekirinê bûn. Di vekirinê de bi coşeke mezin dirûşmeya “HDP gel e, gel li vir e” hat berzkirin.   Hevserokê HDP’ê yê Dîlokê Avnî Bînîcî di vekirinê de axivî û diyar kir ku ew ê di 14’ê Gulanê de dawî li desthilatdariiya AKP-MHP’ê bînin û got: “Hin xeyalan dikirin. Digotin li vî welatî êdî tu kes nikare qala wekhevî û azadiyê bike. Em ê AKP-MHP’ê ku van xeyalan dikirin, biavêjin ser çopa dîrokê. Em ê mil bidin milê hev û 14’ê Gulanê veguherînin govenda aştiyê.”   Piştî axaftina Bînîcî dirûşmeyên “AKP wê hesabê bide gel” û “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” hatin berzkirin.   Parlementerê HDP’ê yê Wanê û Namzetê Parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Mûrat Sarisaç diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê, hilbijartinên hesab xwestinê ye. Damezrandina sedsala bê ye."   Sarisaç destnîşan kir ku divê ewlehiya sindoqên hilbijartinê bên parastin û wiha got: “Divê her kes xwedî li dengê xwe derbikeve. Ji bo bûyîna erkdarê sindoqê divê serî li partiya me bidin. Sedsala pêşiya me wê bibe sedsala jiyana hevpar a wekhev. Wê bibe bihara tevahiya Tirkiyeyê."   Namzeta Parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dîlokê Sevda Karaca jî wiha got: “Em baweriya xwe bi gelê xwe tînin ku wê ji bo hilbijartinan bixebitin. Dengê tifaqa ked û azadiyê wê li hemû kolanan deng vede.”