Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da 2023-04-19 14:57:06   WAN - Ji bo endamê HPG’ê Alî Akdogan ê li Herêma Omeriya ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da şîn hate danîn. Malbata Akdogan bertek nîşanî nedayîna cenaze da.    Di 12’ê adarê de li herêma Omeriya ya Mêrdînê di êrişa hewayî de 3 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji wan jî Alî Akdogan ê cenazeyê wî li “Goristana Bêkesan” a Artûklûyê hatiye veşartin e. Malbata Akdogan li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê şîn danî. Di şîna ku gelek kesan serdana wê kir de malbatê bertek nîşanî nedayîna cenazeyî da.    TEVÎ SERLÊDANÊ JÎ NIKARIN CENAZE BIGIRIN    Hatîce Akdogan, anî ziman ku zarokê wê beriya 11 salan tev li PKK’ê bûye û wiha got: “Em bi serbilind in. Herkes nikare vî barê giran û bişeref hilgire. Rêya me rêya rûmetê ye.” Akdogan, da zanîn ku tevî serlêdan kirin jî nekarin cenaze bigirin û wiha berdewam kir: “Piştî testa DNA’yê gotin dê cenazeyê we bidin. Hemû kesên li wê goristanê zarokên me ne.”   'ÇI ZEHMETIYÊ DERXÎNIN JÎ EM Ê CENAZEYÊ ZAROKÊ XWE BIGIRIN'   Bav Şukru Akdogan jî wiha got: “Heta mirinê wê têkoşîna wan bi me re bijî. Em soz didin wan ku em ê ji rêya wan veneqetin. Em çûn dozgeriyê û me serlêdan kir. Em nizanin ka wê ev pêvajo heta kengî dirêj bibe. Bila ew bizanin ku çi zehmetiyê derxînin jî bixwazin me bikujin jî em ê cenazeyê zarokê xwe bigirin. Rêberê Gelê Kurd bi salan e ji bo vî gelî di girtîgehê de ye. Doza me ne doza pere ne jî ya bi nav û dengbûnê ye. Doza me doza rûmet û şerefê ye.”   Akdogan ê ji bo cenazeyên li goristana bêkesan hatine veşartin bang kir, xwest ku her kes xwedî li zarokên xwe xwedî derkeve.