Partiya Çepên Kesk li Peyasê bi gel re civiya: Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin 2023-04-18 21:59:42 AMED- Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk ku li Peyasê di hevdîtina gel de axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Heya ku ev tecrîd bidome, kes nikare ji me re behsa jiyaneke azad bike. Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin."    Partiya Çepên Kesk, li Amedê bi gel re civiya. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, namzetên parlementeriyê yên Amedê û gelek welatî tevlî hevdîtinê bûn. Beriya hevdîtinê li ber def û zirneyê govend hat gerandin. Di dema govendgerandinê dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" hat berzkirin.    Di hevdîtinê de Başak Demîrtaş, hevjîna Selahattîn Demîrtaş ê di Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F'yê de axivî. Demîrtaşê got: "Meraq nekin çi hewce be gelê me dike. Gelê me dê di 14'ê Gulanê de tişta hewcehî pê heye bike. Selahattîn û HDP'î bûn kabûsên wan."    Hevserokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk jî anî ziman ku ji bo ew karibin vê rejîmê bişînin divê ew hêzên xwe di bin banê Partiya Çepên Kesk de bikin yek.    ‘EM Ê TECRÎDA ÎMRALIYÊ BIŞIKÎNIN'’   Paşê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Ozturk jî got: "100 sal berê şaşiyeke mezin kirin. Em ê gotina ji vê pergalê û vê dewletê re bibêjin. Dest danîn ser 48 şaredariyên me. We vîna gelê me binpê kir. 'Îzmîr demokrasî ye, Amed ne demokrasî ye.' Na, tiştekî wiha nabe. Em ê aştiyeke birûmet ava bikin. Dawiya AKP'ê nêz e. Em careke din dibêjin, mijara herî girîng tecrîd e. Ev tecrîd li Îmraliyê li ser birêz Ocalan û hevalên wî didome. Dibêjin, 'Îmralî tune ye.' Ma bi vî awayî Îmralît une dibe? Guhê negirin; tecrîd îşkence ye, bêhiqûqîtî ye. Hûn ê ji vê îşkenceyêr e bibêjin çi? Nêzî 30 baroyan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin. Ji Ewropayê parêzeran serlêdan kir, lê tecrîd ne mijare tu partiyekê ye. Heya meseleya kurdî û etcrîd neyê çareserkirin, tu pirsgirêk nayên çareserkirin. Heya ku ev tecrîd bidome, kes nikare ji me re behsa jiyaneke azad bike. Em ê tecrîda Îmraliyê bişikînin."    ‘AMED LI BER XWE DIDE'’   Herî dawî jî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin destnîşan kir ku gel di vê pêvajoyê de destan nivîsiye û got: "Em bi zaliman û dîktatoriyê re rû bi rû ne. Û li hemberî vê destan tê nivîsandin."    Akın wıha domand: "Rejîma Qeyûm, tişta ku nikaribû bi tena serê xwe bike, niha bi hêzên tarî dike. Lê 7 sal in Amed li hemberî plana wan a rûxandinê li ber xwe dide. Tu dîktator nikare têkoşîna birûmet a gelên berxwedê têk bişikîne. Lewma divê em bi awayekî xurt li meclisê bin. Çareseriya meseleya kurdî û aştî bi me re. Em li meclisê namzetên çareserkirina vê pirsgirêkê ne. Bêyî we çareserî ne pêkan e. Dê li meclisê mafê nasnameya gelê kurd bê qebûlkirin. Sebeba vê jî berxwedana we ye. Em ê li ber xwe bidin. Em ê di 14'ê Gulanê de pêvajoyeke nû bidin destpêkirin."    Hevdîtin piştî vekirina buroya hilbijartinê, bi govendgerandinê bi dawî bû.