Li Egeyê xebatên ji bo hilbijartinê 2023-04-18 19:43:23   ÎZMÎR – Partiya Çepên Kesk, li gelek bajarên herêma Egeyê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de buroyên hilbijartinê vekirin, belavok belav kirin û serdana dikandar û saziyan kirin. Partiya Çepên Kesk, li bajarên herêma Egeyê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Partiya Çepên Kesk, li gelek navçeyên Îzmîrê belavok belav kirin, serdana dikandaran kir û namzetên bajêr da nasandin. Li Taxa Beyazevelerê ya Gazîemîrê buruya hilbijartinê hat vekirin. Şêniyên taxê û rêveberên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tevlî vekirina büroya hilbijartinê bûn. Di dema vekirina buroyê de govend hat gerandin û timd irûşmeya “jin, jiyan, azadî” hat berzkirin. Parlementerê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî ku di vekirina buroyê de axivî, got: “Kesên doza aştî, demokrasî û edaletê dikin navnîşana wan tene Partiya Çepên Kesk e.” Paşê namzeta parlementeriyê ya Îzmîrê ya Partiya Çepên Kesk Nûrşen Ataman axivî. Atamanê jî got: “Me bedel daye, lê me dîsa jî paş de gav neavêtiye. Em ê bi ser bikevin.” Paşê buroya hilbijartinê hat vekirin. Di dema buroyê de jinan lîrand û li çepikan xistin. SERDANA SAZIYAN KIRIN Piştî vekirina büroya hilbijartinê, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk li bajêr serdana saziyên elewiyan kirin. Ewilî li navçeya Çîgîlê serdana Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), bi dû re jî bi dorê li Bayrakliyê serdana Cemxaneya Yamanlar û li Bornovayê jî serdana KOmeleya Çand û Piştevaniyê ya Dersimiyan hat kirin. Piştî serdana saziyan, endamên Partiya Çepên Kesk, li Bazara Ozkanlarê stand vekirin û belavok belav kirin. Namzetên bajêr jî li navçeya Ûrlayê belavok belav kirin. LI BALIKESÎR Û AYDINÊ SERDAN Namzetên parlementeriyê yên Balikesîrê yên Partiya Çepên Kesk jî li navçeya Bûrhaniyeyê, li Cemxaneya Bûrxaniyeyê bi gel re kom bûn. Namzet paşê bi endamên Platforma Hawirdorê ya Bûrhaniyeyê re civiyan. Parlementera HDP’ê ya Mûşê û Namzeta Parlementeriyê ya Balikesrî ya Partiya Çepên Kesk Şevîn Coşkûn, di serdanê de bal kişand ser daxwaza hemwelatîbûnê û di hevdîtina bi rêxistinên ahwirdorê re jî li ser talankirina ekolojiyê û têkoşîna li dijî talankirina hawirdorê hat sekinandin. Partiya Çepên Kesk li Taxa Akbukê ya navçeya Dîdîm a Aydinê jî stand vekir û belavok belavkirin.