Hevşaredara Cizîrê Kûtlû hat binçavkirin 2023-04-18 18:56:42   ŞIRNEX- Hevşaredara Cizîrê Berivan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, hat binçavkirin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hevşaredara Cizîrê Berivan Kûtlû ku qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Kûtlûyê nehat hînkirin. Hat raihandin ku li navçeyê gelek kes hatine binçavkirin.   Her wiha welatiyê bi navê Agît Malgaz jî hat binçavkirin.    Polîsan Kûtlû û Malgaz birin Midûriyeta Polîsan a Cizîrê.