Omer Ocalan: Werin em bi hev re dawî li pergala şer bînin 2023-04-18 16:46:12   RIHA - Namzetê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan got: “Em ê di 14’ê Gulanê de tevî gelê xwe dawî li vê pergala xerab û şer bînin. E m ê bersiva bi bandor bidin wan.”    Partiya Çepên Kesk li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê, rêveberên partiyê, rêveberên HDP, DBP’ê û aktîvîstên TJA’yê tev li vekirina buroyê bûn. Şande di ketina navçeyê de bi coş hat pêşwazî kirin û paşê konvoyê li navenda navçeyê geriya û gel silav kir. Şande paşê hat ber buroya hilbijartinê ya li taxa Meydanê.    Namzeta Rihayê Aliye Kizildamar di vekirina buroyê de axivî û destnîşan kir ku ev hilbijartin destpêka heyamek nû ye û got: “Wê jin vê pergalê biguherînin. Em ê xwedî li çand û axa xwe derkevin.”    'EM DI 14’Ê GULANÊ DE DAWÎ LI PERGALA ŞER BÎNIN’    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çepên Kesk Omer Ocalan jî diyar kir ku dem hatiye ku komar di sedsala duyemîn de bi demokrasiyê were pêçan û got: “Li welat pirsgirêkên mezin hene. Heke em ê di vê sedsala duyemîn a komarê de deftereke nû vekin, divê em behsa çareseriyê bikin. Divê êdî em deriyê çareseriyê vekin. Ev welat bi salan gelek êş kişandiye. Li vî welatî carna şerekî kêm, carna jî şerek dijwar diqewime. Ev şerê qirêj wê heta kengê bidome? Ev mirin dê heta kengî bidomin? Li pêşiya me dîrokeke weke 14’ê Gulanê heye. Divê em û hemû gelê me bi hev re di 14’ê Gulanê de bersiva herî bi bandor bidin vê pergala xerab, polîtîkayên şer û yên kuştinê û dawî lê bînin da ku em çareseriyê bînin welat.”    Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.