Partiya Çepên Kesk ji Farqînê bang kir: Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e 2023-04-18 15:12:39   AMED- Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku li Farqînê axivî, diyar kir ku wan Tirkiyeyê di bin dara zanatiyê de kom kiriye û got: “Ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e.”  Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinêd e li Farqîna Amedê bi gel re civiya. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û gelek welatî tevlî hevdîtinê bûn.    Şande bi karwanaekeku ji sedan wesayîtî pêkhatî hat navçeyê. Welatiyan bi coşeke mezin şandeyê pêşwazî kirin. Piştî ku şande hat nava navçeyê, ji wesayîtan peya bû û heya büroya hilbijartinê ya li nav navçeyê meşiya. Gava şande ghîşt ber büroya hilbijartinê, girseya qelebalix a li ber buroyê şandeyê pêşwazî kir.    AYDENÎZ: ME ÇOK DANENΠ   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ewilî axivî. Aydenîzê destnîşan kir ku gelê kurd dê di 14’ê Gulanê de dawî li seltenata talanker û dizan bîne û got: “Gelê Amedê, gele Farqînê çawa ku li ber zilma bavên wan çok daneni, piştî vê saetê dê li ber tu kesî çokê daneyne. Baş zanibin. Me soz daye gele Farqînê. Soza me ji bo kesên ji bo azadiyê bedel dane. Dê azadî were vê xakê, dê azadî bê Kurdistanê. Dê azadî bê Farqînê.”    ‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ BITÊKOŞIN’   Aydenîzê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku farqînî dê bi briyardayîna xwe lîstikên qirêj ên van kesan pûç bike.    Aydenîzê din ava axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliê jî û got: “Dixwazin bi tecrîdkirian birêz Abdullah Ocalan, gele kurd tecrîd bikin. Em vê etcrîdê qebûl nakin. Bila detshilat û muxalefet baş zanibe heya deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê demokrasi neye Tirkiyeyê, dê azadî neye Kurdistanê. Divê em baş bi vê zanibin. Em ê li her derî têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê bilind bikin.”    AKIN: EM Ê WAN BIŞÎNIN   Paşê Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin axivî. Akin bi kurdî farqîniyan silav kir. Akin destnîşan kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartinine dîrokî ne. Akin bilêv kir ku desthilata AKP-MHP’ê 8 sal in tu tişt nemaye nekiriye û got: “Lê li vir du qat zêdetir kirin. Liv ir cihêkarî kirin. Qeyûm tayini van deran kirin. Xwestin vîna we xesp bikin. Lê em li vir, li çar aliyên Amedê dibinin ku gele me li ser pêyan e. Rejîma qeyûm îflas kiriye. Em ê di 14’ê Gulanê de wan bişînin. Lîstikên osmaniyan naqedin, lê em jî baş baş dizanin em ê van lsîtikan çawa pûç bikin. Em êdî hîn bûne. Em xwedî azmûn in. Em wekî Partiya Çepên Kesk liv ir in û em ê wan bişînin.”    Akin destnîşan kir k udi dîroka Tirkiyeyê de yekîtiyeke bêhempa ava kirine û got: “Me ji çar aliyên welêt jin, ciwan, bindest, kurd, elewî, çerkez û rûm anîn cem hev û me Tirkiyeyê di bin dara Partiya Çepên Kesk de, di bin dara zanatiyê de kom kir. Niha jî em ê di 14’ê Gulanê d emohrê li bin Partiya Çepên Kesk bixin û em ê vê desthilatêb işinin.”    Akin di berdewama axaftina xwe de got ku ew 14’ê Gulanê wekî “ji tifaqa xirabiyê re êdî bes e” pêşwazî dikin . Akin bilêv kir ku ew ê li Amedê bikin 12-0.    Piştî axaftinan büroya hilbijartinê hat vekirin. Piştî vekirina buroyê govend hat gerandin.