Rojnamevan Şahînlî rastî mûayene ya bikelemçe hat: Bijîşk bixwaze dikare veke 2023-04-18 14:24:27   ENQERE - Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê ji daxwaznameya rojnamegera girtî Ceylan Şahînlî ya rastî muayeneya bikelemçe hat re ev bersiv da: “Heke bijîşk bixwaze dikare veke.”   Nûçegihana ajansa me Ceylan Şahînlî a ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin binpêkirinên ku li nexweşxaneya kampusa girtîgehê û Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a ji ber pirsgirêkên tenduristiyê çûyê jiyan bi rêya nameye vegotin.    Şahînlî, di nameya xwe de diyar kir ku têkildarî binpêkirina mafan a ji aliyê bijîşkan ve hate kirin serî li Yekitiya Bijîşkan a Tirk (TTB) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) daye.    Şahînlî, bal kişand ku nexweşiya Hepatît B (Zerik) ku divê her tim bê şopandin pê re heye û da zanîn ku bijîşkên li nexweşxaneya kampursa girtîgehê û Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê li dijî etîka pîşeyî ya bijîşkan tevgeriyane û rastî îşkenceya mûayeneya bi kelemçe ku di peymanên navnetewî de weke “îşkence” tê penasekirin hatiye.    ‘MÛAYENEYA BIKELEMÇE TEDAWIYA MIN BI DERENGÎ XIST’   Şahînlî, destnîşan kir ku li nexweşxaneya Kampusa Girtîgehê 2 caran di beşa nexweşiyên enfeksiyonê de mûayene bûye û di van mûayeneyan de rastî mûayeneya bikelemçe ya bijîşkan hatiye û wiha got: “Tevî rika min jî kelemçeya min nehat derxistin, ev yek jî bû sedema tedawiya min bi dereng bikeve.”   QEYMEQAMTÎ: MÛAYENEYA BIKELEMÇE DIJ EXLAKÎ NÎNE   Şahînlî, anî ziman ku têkildarî mûayeneya bi kelemçe serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîncanê û Wezareta Tenduristiyê daye û wiha got: “Ji serlêdana min a li Wezareta Tenduristiyê re, Miduriyeta Tenduristiyê ya Enqereyê mûayene ya bikelemçe parast û got ‘bijîşk bixwaze dikare veke.’ Şeftiya Karên Hiqûqê ya Qeymeqamtiya Sîncanê ku bersiva giliya min a li Serdozgeriya Komarê da jî qebûl kiriye ku mûayeneya bikelemçe hatiye kirin lê ji ber tedawiya min hêj didome biryar daye ku pêkanîn ‘dij hiqûqî û bi niyeteke nebaş nîne’.”   ‘EZ Ê TE MÛAYENE NEKIM’    Şahînlî, bal kişand ku xwedî derketina saziyên berpirsyar a pêkanînên bêrûmet û polîtîkayên bêcezatiyê cesaretê dide peywîrdaran û wiha berdewam kir: “Ez ji bo biyopsiya pişa reş çûm beşa nexweşiyên enfeksiyonê. Ji aliyê bijîşkê ku ez wergirtim odeyê ve rastî mûayeneya bi kelemçe hatim. Li odeya ku bijîşk ez wergirtim 2 gardiyan û leşkerek jî hebûn û mahremiyeta nexweş hate binpêkirin. Min li wir hêj di kêliya ewil de xwest ku kelemçeyê derxînin. Bijîşk got ‘ji xwe ez te mûayene nakim’ û li ser piyan pirs pirsîn. Min got ez wiha nikarim xwe rihet îfade bikim dîsa xwest ku kelemçeya min derxînim. Li ser vê yekê ez bi bijîşkekî ku xwe hêrs kir re rû bi rû mam.”   ‘MIN TÊKILDARÎ NEXWEŞIYA XWE AGAHÎ NEWERGIRT’    Şahînlî, bi lêv kir ku leşkerî ji bo kilîla kelemçeyê derxîne destê xwe avêt berîka xwe lê ji ber helwesta bijîşk destê xwe vala derxist û wiha pê de çû: “Dema min ji leşkeran xwest kelemçeya min derxînin bersiva ‘Ma tişteke wiha heye?’ dan min. Dema min got tişta tê kirin derveyî nirxên exlakî ye û îşkenceyeke, bijîşkî bi gotina ‘nîqaşa xwe li derve bikin’ îhtîmala mûayenekerina min ji holê rakir. Ji bo nexweşiya min a tê zanîn belav dibe û nirxên wê zêde bûne têkildarî daxwaza biyopsiya ku were kirin hînî tiştekî nebûm.”   PIRSA MÛAYENEYÊ LI NEZARETÊ HATE PIRSÎN   Şahînlî, da zanîn ku bijîşk bi pirsîna hin pirsan di kompîturê de hin nîşe digirtin, pişt re ew arasteyî cihê xwîn girtinê kiriye û ev tişt gotin: “Li nezaretxaneya ku piştî wergirtina xwînê birime, gardiyanê piştî saetekê hate cem min pirsa ‘Tu dermanê ku xwîna te dike av bikartînî?’ kir. Xuyaye ku bijîşk jê re gotiye vê pirsê bipirse. Bijîşkê ku li cihê mûayenekirinê pirsa tenezul nekir nepirsî, hewl dide bi rêya gardiyanî ragihîne.”   Şahînlî derbarê bijîşkê ku mafê wê yê tedawiyê binpêkir de serî li Serdozgeriya Komarê ya Sîncanê û Wezareta Dadê da û giliyê bijîşk kir. Şahînlî her wiha derbarê bijîşk de serî li TTB’ê û ÎHD’ê da.