Di doza Gorur de 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn 2023-04-18 12:32:19 WAN - Di doza Erhan Gorur ê bi guleya leşkeran hat kuştin de, tenê 6 sal û 8 meh ceza li leşkerê bersûc hat birîn.    Li gundê Qaşqolê yê bi ser navçeya Elbaka Wanê ve di 14’ê hezîrana 2020’an de Erhan Gorur (20) bi guleya leşkeran hatibû kuştin. Têkildarî kuştinê bi tawanbariya “kuştina biqisûr” derbarê leşkerê serpel Yasîn Erkoç de doz hatibû vekirin. Danişîna biryara dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin.    Parêzerên malbata Gorur, Ebrû Demîrtepe û Cuneyt Ergun, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, parêzerên endamên OHD’ê û Baroya Amedê tev li danişînê bûn. Bersûc beşdarî dozê nehat kirin.    Dozger xwest bersûc Erkoç bi hinceta “kuştina biqisûr” bê cezakirin lê belê xwest sû cdi çarçoveya “mudafiya meşru” de were nirxandin û j ber vê yekê jî “hukmê têkildarî ji cezakirinê re cih nîne” were avakirin.    Parêzera malbatê Ebrû Demîrtepe anî ziman ku ew mutalayê qebûl nakin û xwest di asta herî jor de ceza li bersûc bê birîn.    Serokê Baroya Wanê Sînan Ozkîraz jî anî ziman ku redkirina daxwaza daxiliya wan a dozê li dijî qanûnan e û di kuştina Gorur de lêxistina bi qestî heye û xwest bersûc ji tawanbariya “kuştina bi qestî” were darizandin.    6 SAL Û 8 MEH    Şandeya dadgehê piştî navberek kin biryara xwe eşkere kir û ji tawanbariya “bûye sedemê kuştin û birîndarkirina ji kesekî zêdetir a bi zanebûn û biqisûrdar” 6 sal û 8 meh ceza li bersûc birî. Biryar bi piraniya dengan hat girtin.