Kalkan: Herî zêde Erdogan bi PKK’ê re hevdîtin kir 2023-04-18 09:51:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan got ku Erdogan hemû kesî li ser ‘têkiliya bi PKK’ê re’ tawanbar dike û wiha got: “Yê herî zêde bi PKK’ê re hevdîtin kirî jî Erdogan e.”    Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkildarî rojevên heyî axivî. Kalkan, pirsên Medya Haber TV’yê bersivand û bal kişand ser sûîqest û êrişên beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê û êrişa li dijî Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî. Kalkan, da zanîn ku ev ne cara ewile ku li dijî Ebdî êriş tê kirin û gotinên Ebdî yên “Ez çendek caran rastî heman êrişan hatim, tevek jî têk çûn” bi bîr xist û wiha got: “Ne tenê Mazlum Ebdî, êrişî gelek rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Ev yek eşkere ye. Divê em tevdîrên xwe pêş bixin lê divê hemû cîhan jî vê rastiyê bibîne. Hewceye li dijî vê xwedî helwest û bertek bin.”    TÊKILIYA ÊRIŞAN A BI HILBIJARTINAN RE   Kalkan, diyar kir ku êriş û sûîqestan têkiliya xwe bi hilbijartinan re heye û ev nirxandin kir: “Em vê fêm dikin; faşîzma AKP-MHP’ê hem MÎT û hem jî kontrgerîla heta dawiyê seferber kirine. Ji bo ku rêveberiya PKK’ê bibînin û lê bixin tevek seferber kirine. Dixwazin encamekî bi dest bixin û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bi ser kevin. Ev yek pir eşkere ye. Di demên berê de ev yek kirin û hinek bandora vê heye. Hesaba wan wiha ye; heke em ji rêveberiya PKK’ê, ji kurdan, hinek kesên di nava kurdan de derketin pêş bikujin, wê demê dê hemû dengên nîjadperest, şoven, faşîst, neteweperest û tirkperestan bigirin û di hilbijartinê de bi ser kevin. Tayyîp Erdogan, tevahiya propagandaya xwe li ser vê bingehê ava kiriye. Rêbaza xwe ya di hilbijartina serokkomariyê de li ser qetilkirina kurdan ava kiriye. Armanca wan ew e ku rêveberên PKK’ê û kurdên ji bo azadiyê têdikoşin qetil bikin. Ma tiştekî wiha dibe? Divê hemû kes vê rastiyê bibîne.”   'HERÎ ZÊDE ERDOGAN HEVDÎTIN KIRIN’   Di berdewamê de Kalkan bi lêv kir ku AKP-MHP tevahiya propagandaya xwe li dijî têkoşîna gelê kurd ava kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tayyîp Erdogan hemû kesî li ser ‘têkiliya bi PKK’ê re’ tawanbar dike. Lê di esasê xwe de têkiliya PKK’ê herî zêde bi Tayyîp û AKP’ê re çêbû. Yanî çûn Îmraliyê. Bi Rêber Apo re ewqas hevdîtin kirin, heta yên qasid şandin Qendîlê jî ew bûn. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ev kes şandin. Hemû kes dizane. Rêveberiya Tayyîp Erdogan ew şandin hevdîtinên Osloyê. Serokê MÎT’ê yê ku niha temamiya van komkujiyan dike hevdîtin kirin. Niha jî hinek kesan bi rastî jî weke ku têkilîdanîna bi PKK’ê re sûc be, zextê lê dikin. Dibêjin ‘em nînin.’ Wan bi xwe ewqas tişt kirin. Weke ku dibêjin, diz xwediyê malê neheq derdixîne. Me nedîtiye ku di dinyayê de tu kesî bi qasî Tayyîp Erdogan ev yek kiribe. Ne ku pir pispor e lewma dike. Kesên li hemberî wî qels in lewma wisa dike. Hêza wan tune ye ku xwe biparêzin. Xistine devê xwe teror û nizanim çi. Teror tune ye lê neheqî hene, êriş hene, newekhevî heye, qirkirina kurdan heye, kurd tune tên hesibandin û hewl didin kurdan tune bikin. Di nava sînorên TC’ê de nêzî 30 milyon kurd hene belkî jî hêj zêdetir. Nasnameyeke wan tune ye, navê wan tune ye, zimanê wan tune ye. Tayyîp Erdogan dibêje; ‘kurd tune ne.’ Dibêje; ‘yên heyî jî dê werin kuştin.’ Vê biryarê dide. Kesê ji xwe re dibêje ‘ez kurd im’, an diavêjin zindanê an jî dikujin. Ji bilî vê tiştekî nas nake.”    Kalkan, banga “dengê xwe bidin namzetên demokrat” û ev tişt anî ziman: “Êdî faşîzma AKP-MHP’ê nema dikare dewam bike. Divê bişînin sergoya dîrokê. Wisa bifikirin ku rêveberiya AKP-MHP’ê dê hinek din jî bidome. Ma dê di destê Tirkiyeyê de çi bimîne? Dê tu tiştekî bi navê mirovatî, azadî, demokrasî û xwîşk-biratiyê nemîne.”