Namzetê êzidî Azad Bariş: Em ê bibin dengê yên vederkirî 2023-04-18 09:47:22   AMED - Namzetê parlementeriyê yê Amedê yê Partiya Çepên Kesk Azad Bariş, diyar kir ku ew ê li Meclisê bibe dengê hemû kesên vederkirî û got: "Em êzidî, elewî, çerkez û gel û baweriyên din ên bi tenê tên hiştin, em ê hesab bipirsin."    Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne. Di nava lîsteya parlementeriyê ya partiyê de gelek navên cuda hene û ev nav derdorên cuda temsîl dikin. Yek ji van kesan jî Azad Bariş e.    Azad Bariş ku kurdê êzidî ye, di sala 1969'an de li herêma Qerejdaxê li gundê Zewra yê Wêranşar a Rihayê hatiye dinê. Gava zarokb ûye tevî malbata xwe koçî Ewropayê kiriye û li bajarê Feriburgê yê Almanyayê dibistana amadehiyê kuta kiriye. Bariş ku li Zanîngeha Hambûrgê xwendiye, li heman zanîngehê jî ji Beşa Civaknasiyê lîsansa bilind kuta kiriye û doktoraya xwe jî di qada felsefeyê de ji Zanîngeha Leuphanayê wergirtiye. Bariş ku li Îngîltere, Amerîka û Awustralyayê tevlî gelek bernameyan bûye, li Zanîngeha Leuphanê di qada Xebatên Ragihandin û Çandê de hîndekarî kiriye.    Her wiha Bariş, ji bo gelek rojname û kovarên navneteweyî jî gotar nivîsîne û di nava Tevgera Çep û Hêşînparêz a Alman de jî cih girtiye.    Bariş piştî ku DAIŞ di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrişî Şengalê dike, daxilî nava Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dibe û demeke dirêj di Meclisa Partiyê ya HDP'ê û Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê de maye. Bariş, ji rojnameya Yenî Yaşam û Karincayê re dinivîse. Bariş ji xeynî zimanê xwe yê zikmakî kurdî, bi almanî, îngilîzî û tirkî dizane.    Azad Bariş   'EM Ê BIKIN 12-0'   Bariş anî ziman ku ji bo temsîliyeta êzidiyan di lîsteya partiyê de cih girtiye û got: "Ez di rêza dehan de me. Û ez bi hejmara dehan li vê meseleyêd inerim. Teqez em ê bi ser bikevin. Armanca me ya sereke em ji 12 namzetan em 11 heban jê hilbijêrin û Amedsporê vexwînin. Em ê maça ewil bi wan re bikin. Lê helbet em ê hevalê xwe yê din jî li derve nehêlin. Em ê bikin 12-0. Dê destkeftiya herî mezin a vê hilbijartinê ev eb; em ê qenciyê bînin vî welatşî vê erdnîgariyê."    GUHERÎN   Bariş anî ziman ku di hevdîtinên gel de, rastî bertekeke pir baş tên û got: "Coşeke mezin heye. Lê di heman demê de gel pir bihêrs e jî. Em hewl didin ku vê hêrsê veguherînin coşê û şahiyê. Niha berxwedaneke muazam a ji bo demokrasiyê heye. Em wî ruhî li kuçeyan his dikin. Di hevdîtinên gel de her kes guh li dengê guherîna dengê bê dike. Ya ku naxwaze guh lê bike ûbibîne, tenê detshilata siyasî ye. Yanî xwe li nedîtin û nebihîstinê datîne. Ev bayê guherînê dê bibe bayekî muazam."   Bariş bal kişand ser çewisandinên desthilata AKP'ê jî û îşaret bi pêvajoya 2015'an û ya piştî wê kir. BAriş destnîşan kir ku desthilat li Kurdistanê li hemberî kurdan dijminatî  kiriye û bi tunekirina bajaran, li hemberî gel şer kiriye.   'EM Ê BIBIN DENGÊ TÊN VEDERKIRÎ'   Bariş bilêv kir ku partiya wan dengê yên vederkirî ye û ew ê jî li meclisê yên vederkirî temsîl bikin û axaftina xwe wiha domand: "Em dengê yên vederkirî, dengê karker û kedkaran in û em li dijî sermayeyê ne. Lewma nabê me HDP, lewma navê me Partiya Çepên Kesk e û ji ber wê darên me dişibin hev du. Şaxa yekê, ber bi ya din ve diçe û her biçe dê ev dar mezin bibe. Em kesk in, em hawirdorparêz in, em mor in, em jin in, em hêşîn in, em bihêvî ne. Em ê li Meclisê kuçeyan, bersivê bidin meydanxwetsinên herî mezin."    Bariş bang li hemû derdorên xwedî reng û dengên cuda kir û got: "Banga min, bi taybetî ji bo gelê êzidî û bi giştî ji bo hemû gelan ev e; Van hilbijartinan esas bigirin, ji lew re ev hilbijartin dê çarenûsa me biguherîne. Ev çarenûs, tenê me elqedar nake. Ji lew re dê encamên vê hilbijartinê pêl bi pêl mezin bibin û dê pêşî li Rojhilata Navîn û bi dû re jî li seranserê cihanê belav bibin."   Bariş di dawiya axaftina xwe de got şensekî wan ê ku di vê hilbijartinê de winda bikin tune ye û got: "Lewma divê em mil bidin milê hev û bitêkoşin. Em ê bi  hev re bi ser bikevin."    MA / Eylem Akdag