Welatiyê ji bakurê Kurdistanê li Duhokê di êrişa çekdarî de hat qetilkirin 2023-04-18 08:25:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê li dijî Huseyîn Turelî yê ji bakurê Kurdistanê ji ber dozên derbarê wî de hatibûn vekirin û neçar ma koç bike di êrişa çekdarî de hat qetilkirin.    Li bajarên başûrê Kurdistanê li dijî siyasetmedarên bakurê Kurdistanê ku ji ber dozên xwe yên siyasî neçar mane biçin li wir bicih bibin, êrişên çekdarî ango sûîkast didomin. Duh êvarê li dijî Huseyîn Turelî yê ji ber dozên xwe siyasî çûbû Duhokê êrişa çekdarî pêk hat û di êrişê de hat qetilkirin. Turelî li Navenda Danûstandinê ya Family ya li Duhokê dikana borekan a bi navê "Asli Borek" dida xebitandin.    Turelî yê ku ji ber dozên xwe li Duhokê bicih bûbû, sala bihûrî di meha gulanê de jî bi êrişekê re rûbirû mabû.