Li Xarpêtê armanc 4 parlementer in 2023-04-17 18:56:27   XARPÊT - Partiya Çepên Kesk, li Xarpêtê namzetên xwe yên parlementeriyê da nasandin. Namzetan gotin: "Ji bo dengê Xarpêtê ragihînin, em ê her çar namzet biçin meclisê. Di vê hilbijartinê de  Xarpêtê dê suprîzeke mezin bike."    Partiya Çepên Kesk, ji navçeya Dep, Palû, Qovançiyan, Miyaran û Xulaman bi awayekî karwanî bi rê ket û namzetên parlementeriyê yên bajêr Savaş Erdogan, Nûrşat Yeşîl, Hadî Konar û Sûltan Yarayê da nasandin. Namzetên bajêr rastî eleqeyeke mezin hatin. Piştî gera bi awayê karwanî, namzetên parlementeriyê û gel govend gerandin.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Xarpêtê Îmam Demîrtaş got: "Em, ji bo ku wesayeta 22 salan didome ji holê rakin û bi awayekî xurt dengê xwe li meclisê bilind bikin, em li vir in. Em ketine sedsala 22'yan. Em ê tevî gelê xwe di vê hilbijartina dîrokî de bitêkoşin. Em bi hev re bi ser bikevin û bi hev re biguherînin."    Namzetên parlementeriyê yên Xarpêtê jî destnîşan kirin ku ew xwediyên rasteqîn ên vî bajarî ne û gotin ku ji bo dengê Xarpêtê ragihînin ew her çar namzet biçin meclisê û ew bihêvî ne ku di vê hilbijartinê de Xarpêt dê suprîzeke mezin bike.