Li Yazihanê coşa hilbijartinê: Em hêza xwe ji gelê xwe digirin 2023-04-17 17:42:04   MELETÎ - Rêxistina Partiya Çepên Kesk li navçeya Yazihan a Meletiyê bi tevlîbûna namzetên parlamenteriyê û şeniyên navçeyê buroya hilbijartinê bi çoşeke mezin vekir.    Partiya Çepên Kesk ku xebatên xwe yên hilbijartinên 14'ê Gulanê bênavber didomîne, li navçeya Yazihan a Meletiyê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Meletiyê, endam û rêveberên partiyê û gelek şêniyên navçeyê tevlî vekirina buroyê bûn. Beriya vekirina buroyê girse tevî namzetên parlamenteriyê yên bajêr li navçeya Yazihanê serdana esnafan kirin û ew vexwandin vekirina buroyê. Şande ji aliyê esnafên navçeyê ve bi coş hatin pêşwazîkirin.    Gelek şêniyên navçeyê li ber buroya hilbijartinê ku hat vekirin kom bûn û alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin. Her wiha herî pir jî ya ku bala meriv dikşand tevlîbûn û çoşa zarokan bû. Di dema vekirina buroyê de dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' olan da.     'EM HÊZA XWE JI GELÊ XWE DIGRIN'   Di vekirina buroyê de namzeta parlamenteriyê ya rêza yekemîn Perîhan Yucekaya axivî û bi lêv kir ku ew ji roja erdhejê ve li cem gelê Meletiyê bûne û wiha got: "Me maseya krîze ava kir û em li cem gelê xwe bûn ku bandor ji erdhejê girtin. 6 namzetên parlamenteriyê yên Meletiyê jî li qadê ne. Em di heman deme de em ji bo jinan têdikoşin û ji ber vê jî namzeta parlamenteriyê ya rêza yekemîn jin e. Ji bo ku hemû kes li welatê xwe bi awayekî azad bijî pêdiviya me bi piştgiriya we heye. Em hêza xwe ji gelê xwe digrin. Heta niha gelek partiyên me hatin girtin, lê em ranewestiyan û em her tim li cem gele xwe ne."    Piştî axaftinan bi berzkirina dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a navçeya Yazihan a Meletiyê hat vekirin.