Li Girtîgeha Boluyê înfaza 12 girtiyan hate şewitandin 2023-04-17 14:12:56 STENBOL - Girtiyê bi navê Osman Kapan ku li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê tê ragirtin da zanîn ku li gel wî bi giştî înfazên 12 girtiyan hatine şewitandin.   Leşkeran di sala 1993’yan de bi ser gundê Xirabêşeref ê Hezex a Şirnexê de girtin. Piştî lêgerînên malan jî welatiyên bi navên Ahmet Zenger, Suleyman Sungur, Ramazan Ozalp, Nûrî Ari, Abdullah Oflas û Ramazan Ozyîgît binçav kirin. Her 7 welatî jî li Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hatin darizandin û bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeta giran lê hate birîn. Ev ceza piştre veguherandin cezayê muebbetê.    Ji girtiyan Suleyman Sungur li girtîgehê û ji girtiyên nexweş Ramazan Ozal jî di sala 2014’an de 3 meh piştî tehliyekirina xwe jiyana xwe ji dest da. Nûrî Ari û Abdullah Oflas di 12’ê sibata 2023’yan de ji Girtîgeha Tîpa T a Şakranê û Ramazan Ozyîgît jî di 6’ê sibatê de ji Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê hate berdan.    Girtî Ahmet Zenger (63) jî li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê tê ragirtin. Dê Zenger di meha sibatê de bihata berdan û bo berdana wî hefteyek mabû ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “poşmantî qebûl nekir” cezayê wî bo 6 mehan taloq kir.   ÎNFAZA WÎ CARA DUYEMÎN HATE ŞEWITANDIN   Osman Kapan jî li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê tê ragirtin û înfaza wî hatibû şewitandin. Kapan, li bendê bû ku di meha nîsanê de were berdan lê înfaza wî cara duyemîn hate şewitandin. Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “poşmantî qebûl nekir” înfaza Kapan şewitand û cezayê wî ji bo 3 mehên din dirêj kir. Kapan, têkildarî binpêkirinên heyî ji malbata xwe re nameyek şand.    GIRTÎGEH ŞIBAND ‘KAMPÊN NAZIYAN’   Di nameyê de Kapan dibêje ku îktîdara AKP-MHP’ê her cara ku ditengije, êrişî civakê dike û wiha got: “Heke gotin di cih de be, girtîgeh veguherandine kampên Hîtler. Zilma li girtiyan tê kirin gihiştiye astekî wisa ku êdî nema dikarin veşêrin. Mirov ji ber sedemên vala û pir biçûk tên girtin, li gel ku hikûm nexwarine jî salên dûvdirêj bi awayekî girtî tên darizandin, tên cezakirin û îcar jî ev bes nake ku bi hinceta ‘girtî poşman nîne’ û tev li çalakiyên manewî nebûne nayên berdan, înfazên wan tên şewitandin. Li girtîgehan rastî mercên dermirovî tên û zilm lê tê kirin.”    GIŞTÎNAMEYA WEZARETA DADÊ   Kapan, bi domdarî bal kişand ser giştînameya Wezareta Dadê ya têkildarî girtiyên nexweş û wiha got: “Giştînameyeke alîgir e. Girtiyên welatparêz ên kurd û şoreşger ku zêdetirî 20-30 sal in di girtîgehê de ne, li gel ku cezayê wan xelas bûye jî bi rêya şewitandina înfazan dema girtina wan tê dirêjkirin. Di nava salekê de tenê li Girtîgeha Tîpa T a Boluyê bi hinceta ‘rewşa baş’ înfaza welatparêz û şoreşgerên kurd Erdal Tuncer 5 caran, ya Adnan Karakaş, Seyfettîn Bahar û Osman Aslan 3 caran, ya Nîzam Algunerhan, Fûat Guler, Ferît Orak, Abdulhamît Babat, Mehmet Zahar, Yahya Anik, Mûsa Şanak û Mehmet Înal jî 2 caran hate şewitandin.   Zexta ‘pişmantiyê’ li girtiyan ferz dikin. Divê tavilê dawî li van sepanên li dijî mafên mirovan û sepanên keyfî yên faşîst ên li dijî girtiyên şoreşger bînin. Divê girtiyên welatparêz ên kurd û şoreşger tavilê bên berdan. Dê rejîma faşîst a qesrê nekare bi cezayên hefsê yên giran, bi zilm, îşkence û şewitandina înfazan xetên berxwedanê yên girtiyên şoreşger û welatparêz ên kurd asteng bike.”   Hat zanîn ku girtiyên ku Kapan di nameya xwe de qala wan dike, Nîzam Algunerhan û Ferît Orak in ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de, înfaza wan hatiye şewitandin û di lîsteya girtiyên nexweş ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirin.