Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 kes dengê xwe bidin 2023-04-17 13:46:25 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê YSK’ê Ahmet Yener diyar kir ku dê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de 60 milyon û 697 hezar û 843 kes deng bidin.    Serokê Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener têkildarî hilbijêrên ku dê di 14’ê Gulanê de li welêt deng bidin daxuyanî da. Daxuyaniya Yener wiha ye: “Em hejmara hilbijêrên ku dê li welêt û derveyî welêt dengê xwe bidin eşkere dikin. Dê 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêr li welêt dengê xwe bidin. Ji van hilbijêran 30 milyon û 710 hezar û 790 jê jin û 29 milyon û 897 hezar û 53 jî hilbijêrin zilamin. Hejmara hilbijêrên ku dê cara ewil dengê xwe bidin 4 milyon û 904 hezar û 672 ye. Heke hilbijartina serokkomariyê bo tûra duyemîn bimîne jî dê 47 hezar û 523 hilbijêr di 28’ê gulanê de cara ewil dengê xwe bidin. Hejmara astengdarên ortopedîk û kor jî 989 hezar û 543 ye. Hejmara hilbijêrên me yên 75 salî û bi ser vî temenî re jî 3 milyon û 180 hezar e. Dê li 973 navçe û 1094 lijneyên hilbijartinê yên navçeyan bi giştî 191 hezar û 884 lijneyên sindoqan dê bên avakirin. Dê li 421 navçeyên me sindoqên gerok bên danîn û hejmara hilbijêrên me yên ku dê li ser van sindoqan dengê xwe bidin jî 6 hezar û 215 e.”    Yener, da zanîn ku ji herêmên erdhejê nêzî 133 hezar hilbijêr li bajarên din belav bûne.