Uçar: Ev hilbijartin di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye 2023-04-17 13:29:15 BEDLÎS - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar di vekirina bûroya hilbijartinê ya Xîzanê de axivî û wiha got: “Ev hilbijartin dê bibe hilbijartina di navbera kesên şerxwaz û aştîxwaz de û dê bibe hilbijartina di navbera kesên tecrîdê ferz dikin û me de.”   Baskê hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk a bajarên Serhedê di roja dawî de li Bedlîs û navçeyên wê bi gel re hate gel hev. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û namzetên parlamenteriyê, piştî serdana li navçeya Norşînê, derbasî navenda Bedlîsê bûn û ji wir jî derbasî Xîzanê bûn.    Dema ku otobûsa hilbijartinê ji gundê Hêvrêsê re derbas dibû, şêniyên gund eleqeyeke mezin nîşan dan. Şande, piştre jî derbasî Xîzanê bû û di ketina navçeyê de ji hêla partiyiyan û welatiyan ve hate pêşwazîkirin.    Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî gel silav kir û wiha got: “Ev îktîdara zalim nefret û dijminatiyê têxe navbera gel û aştiya civakî xera dike. Dem hatiye ku em êdî ji vê îktîdara zalim rizgar bibin.”   ‘XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERKEVIN’   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî got ku armanca wan ew e ku îktîdarê veguherînin partiyeke tabelayê. Bayindir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lewma divê piştgiriyeke xurt bo Partiya Çepên Kesk hebe. Dê gelê me tişta pêwîst bike. Li vir polîtîkayeke taybet tê meşandin û hewl didin ciwanên me ji xaka xwe dûr bixin. Heta çendek roj berê ciwanekî xwe kuşt. Banga min a ji bo ciwanan ev e; van qirêjiyan bibînin û hem li xwe û hem jî li partiya xwe xwedî derbikevin.”    ‘DÊ REJÎMA YEKZILAMÎ WINDA BIKE’   Herî dawî jî Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û ev tişt anî ziman: “Bedlîs, hem ji bo tevgera me û hem jî ji bo dîroka me xwedî cihekî girîng e. Bedlîs, weke deriyê Kurdistanê tê pênasekirin. Hêvîdarim ku BEdlîs bibe deriyê derketinê yê AKP’ê. AKP, li Kurdistanê bi rejîma qeyûm û şerê taybet hebûna xwe didomîne. AKP di mijara kurdan de jidil nîne. Têkoşîna şoreşgerî ya gelê kurd dê teqez bi wan bide windakirin û em ê bibin îktîdar. Ev hilbijartin, hilbijartina di navbera şerxwaz û aştîxwazan de ye. Ev hilbijartin, di navbera kesên tecrîdê ferz dikin û me de ye. Ev hilbijartin di navbera civak û îktîdarê de ye. Dê rejîma yekzilamî winda bike.”    Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin.