Bûldan: Em ê piştî cejnê piştgiriya ji bo namzetê serokkomariyê eşkere bikin 2023-04-17 12:37:08 RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Siwêregê axivî û diyar kir ku ew ê piştî cejnê wê eşkere bikin ku dê di hilbijartina serokkomariyê de piştgiriya kî bikin.    Partiya Çepên Kesk li taxa Bahûş ya li navçeya Siwêrega Rihayê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP’ê û Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Pervîn Bûldan Riha'nın buroya xwe ya hilbijartinê vekir. Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê tev li vekirina buroyê bûn.    'FELAKETA MEZIN AKP YE’    Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce ewilî axivî û destnîşan kir ku felaket û xezeba herî mezin îktidara AKP’ê ye ku her tiştî tîne serê gel û banga xebatê li welatiyan kir û xwest mal bi mal xebat bê kirin.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî da zanîn ku vekirina buroyên wan vediguherin mitîngan û ji mitîngên partiyên din xurttir derbas dibe û got: “Vekirina buroyên me ji mitîngên wan girseyîtir in. Ew li eywanên vala diaxivin. Me dît ku namzetê AKP’ê yê rêza yekemîn Wezîrê Dadê çawa ji eywana vala re daixivî. Ev hê lê lê, lo lo maye. Ev destpêk e. Wê ne tenê ji eywanên vala re wê biçin ser sergoyê dîrokê.”    ‘DI NAVBERA AŞTÎ Û ŞER DE WÊ TERCÎH BÊ KIRIN’    Bûldan da zanîn ku hilbijartina 14’ê Gulanê gelek girîng û dîrokî ye û wiha axivî: “Wê ev hilbijartin çarenûsa vî welatî biguherîne. Wê hem serokkomar hem jî endamên parlamentoyê bên bijartin. Wê ji bo guhertina welat ray bên mohrkirin. Wê tercîha demokrasiyê bê kirin, wê tercîha destpêkek nû bê kirin. Wê di navbera aştî û şer de û di navbera faşîzm û demokrasiyê de tercîh were kirin. 21 sal in AKP’ê her cure neheqiyê li xelkê kir. Îro girtîgeh bi siyasetmedaran, rojnamevanan, hevşaredaran, akademîsyenan tije kirine. Em ê di 14’ê Gulanê de li hesabên van bipirsin. Li vî welatî têkoşîna edalet, azadî û demokrasiyê heye. Riha di dîroka xwe de mazûvaniya têkoşînek girîng a edaletê kir û dike. Emîne Şenyaşar tenê ne li Tirkiyeyê li tevahiya dinyayê dengê xwe da bihîstin. Em li cem dayika Emîne bûn û em ê her li cem wê bin. Em ê li dijî Wezîrê Dadê, têkoşîna dayika Emîne bijêrin.”   'EM Ê BI WE BIDIN WINDAKIRIN’    Bûldan diyar kir ku AKP-MHP li dijî edalet, hiqûq, demokrasî, aştî ye û wiha got: “Di serî de jî dijminatiya gelê kurd dikin. Gelê kurd înkar dikin. Zimanê gelê kurd qedexe dikin. 21 sal in bi heman zîhniyetê dixwazin welat bi rê ve bibin. Niha jî Erdogan di mitîngên xwe de înkar û dijminatiya ziman û dîroka kurdan dike. Dibêje, ‘hûn çiqas kurd bin em jî ewqas tirk in’. Rast e em kurd in. Em bi kurdbûna xwe serbilind in. Em li Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur û dinyayê kurd in. Em ê bi we bidin windakirin. Em ê di 14’ê Gulanê de bi we bidin nîşandan ku kurd çawa bi we didin windakirin.”    'GELÊ ME TIŞTEK WE JI BÎRA NEKIRIYE’    Bûldan bal kişand ser dozên kompasê yên girtina HDP’ê û Doza Kobanê û wiha dewam kir: “Di Doza Kobanê de tevî ku sûcên hevalên me tune ne jî ji wan re cezayên muebedê hat xwestin. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê vê yekê ji we bipirsin. Gelên Tirkiyeyê ji alîgir û şirîkên we mezintir in. Şirîkatiyek wisa kirin bi kujerên salên 90’î ku bi torosên spî mirovan dikuştin re li hev kirin. Lê gelê me ne salên 90’î ne jî kujeran û ne jî pratika AKP’ê ya 21 salan ji bîr dike. Ji ber vê yekê wê tercîha me Partiya Çepên Kesk be.”    ‘RIHA WÊ DÎROK BINIVISÎNE’    Bûldan da zanîn ku wan îktidarê dixwest gelan bêalternatîf bihêle û got: “Heke lîstikên we qirêj hebin ên me jî alternatîf û pêngavên me hene. Em ê di hilbijartinê de du rayan mohr bikin. Rayek me ji bo hilbijartina parlamenteriyê em ê bidin Partiya Çepên Kesk. Rayek xwe din jî em ê bidin serokkomariyê. Em ê piştigiriya xwe ya ji bo serokkomariyê piştî cejna Remezanê eşkere bikin. Em ê di mitîngên xwe de viya bêjin. Jixwe hûn viya baş dizanin. Em dixwazin hûn bi biryardarî û îradeya xwe dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ji we li bendê ne ku hûn ji Rihayê 8 parlamenteran bişînin Meclisê. Ji bo ku Riha dîrokek nû binivisîne divê em bi şev û roj bixebitin. Em mal bi mal bigerin. Wê Riha dîrok binivisîne.”    Piştî axaftinan kurdelay buroya hilbijartinê hat birîn û vekirina wê pêk hat.    Bûldan û şandeya li gel wê ji bo beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bibin, derbasî navçeya Cûrneyê Reş a Rihayê bûn.