Ji bo doza Erhan Gorur banga tevlibûnê hate kirin 2023-04-17 11:26:12   WAN - Ciwanê bi navê Erhan Gorur li Wanê di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Danişîna biryarê ya dozê sibe tê lidarxistin. Parêzer Ebrû Demîrtepe got ku hewl didin dosyayê bi polîtîkaya necezakirinê bigirin û banga tevlibûna danişînê kir.    Ciwanê bi navê Erhan Gorur (20) di 14’ê hezîrana sala 2020’an de li navçeya Elbak a Wanê di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Têkildarî mirina Gorur doz hatibû vekirin û Serpêl Yasîn Erkoç bi tawanbariya “Kuştina bi xeletî” tê darizandin. Danişîna biryarê ya dozê dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê were lidarxistin. Di danişîna dawî de dozger xwestibû ku sûcê leşkerê bersûc di çarçoveya “parastina rewa” de were nirxandin û diyar kir ku divê ji ber vê sedemê jî biryara “Ceza nayê dayîn” were dayîn. Parêzera Gorur, Ebrû Demîrtepe jî xwest ku bersûc bi sûcê “Kuştina bi qesdî” were cezakirin. Parêzer Demîrtepe, têkildarî pêvajoya dozê bi ajansa me re axivî.    HEMÛ DAXWAZ HATIN REDKIRIN   Demîrtepe, diyar kir ku diviyabû têkildarî bûyerê gelek kesên gumanbar bihatina darizandin lê doz tenê li leşkerekî hate vekirin. Demîrtepe, axaftina xwe wiha domand: “Di îdianameyê de ji bo leşkerê bersûc neyê cezakirin, dihat gotin ku bersûcî bi teqezayî û bi sedemeke guncav Gorur kuştiye. Di pêvajoya dozê de jî di serî de daxwaza me ya lêkolîna cihê bûyerê, hemû daxwazên me yên ku dê derxista holê ku Gorur bi zanebûn hatiye kuştin hatin redkirin. Ji helwesta dadgehê diyar e ku dixwazin leşkerê bersûc ceza nekin.”    Bi domdarî Demîrtepe destnîşan kir ku di dosyayê de gelek kêmanî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dixwazin dosyayê di çarçoveya polîtîkaya necezakirinê de bigirin. 5 gule li laşê Gorur ketine û ji van guleyan 2 jê li cihê ku yekser dikuje ketine. Bi giştî 12 berikên guleyan hatine dîtin. Bersûc dibêje ku piştî hişyariya ‘raweste’, bi awayekî ketober gule reşandine. Ev bersûc bi sala ye li herêmê leşkeriyê dike û li herêmê dixebite. Ev yek nîşan dide ku di bûyereke rewşeke qesdî heye. Di rewşên wiha de divê çek herî dawî were bikaranîn. Divê ew jî ji bo girtina şexs were bikaranîn. Lê belê bêyî ku bi amûrên guncav hişyar bikin û tevî ku dûrbîna şevê hatiye bikaranîn jî, li şûna wan kesan bidin sekinandin, yekser derbê mirinê lê xistine û kuştine.”   'POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ MIRINAN ZÊDETIR DIKE’   Di berdewamê de Demîrtepe got ku leşker ji ber “qaçaxçitiyê” çûne herêmê û ev tişt anî ziman: “Bersûc bêyî ku vê rewşê li ber çavan bigire, raste rast û bi zanebûn gule li Erhan reşandine û bûye sedema mirina wî. Di sala ku Erhan hatibû kuştin de li ser sînorê Wanê 12 kes ji hêla leşkeran ve hatin kuştin, 9 jî birîndar bûn. Ji vê yekê diyar dibe ku leşker li bajarên kurdan ne ji bo girtina kesên qaçaxçitiyê dikin lê ji bo kuştina wan tevdigerin. Ev bûyer, ne bûyerên jirêzê ne. Di esasê xwe de encama polîtîkayekê ne. Yek ji mînakên wê jî Roboskê ye. Bêguman yek ji sedemên van mirina jî, polîtîkaya necezakirinê ya di darazê de ye. Kesên biunîforma yan qet nayên darizandin an jî kiriyariyên wan di çarçovaya ‘parastina rewa’ de tên nirxandin. Ev bersûc bi polîtîkaya necezakirinê tên xelatkirin. Lê heke ji bo bersûcên leşker û polîs cezayên giran bihatina dayîn, dema çeka xwe bi kar di anîn dê gelek bifikiriyan û piştre bi kar bi aniyan.”    BANGA TEVLIBÛNA DANIŞÎNÊ   Demîrtepe, herî dawî jî ev bang kir: “Daraz, leşker û polîsên bersûc diparêze. Ji helwesta dadgehê û pêşveçûna dosyayê xuya dibe ku dê heman polîtîkaya necezakirinê di vê dosyayê de jî bidome. Lê tevî vê helwesta darazê jî, weke parêzerên OHD’ê em ê ji bo kesên bi unîformayên hêzên ewlekariyê sûcan dikin ceza bigirin a ji destê me tê bikin. Heta ku ceza li leşkerê bersûc tê birîn jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. OHD, ÎHD, Baroya Wanê, Navenda Hafizeyê û gelek saziyên rêxistinên civaka sivîl ên neteweyî û navneteweyî vê dozê dişopînin. Danişîna biryarê ya dosyayê dê di 18’ê nîsanê saet di 09.15’an de were lidarxistin. Banga me ji bo hemû rêxistinên girseyî yên demokratîk û raya giştî ew e ku tev li danişînê bibin.”    MA / Cengîz Ozbasar