Ji bo malbata xwe bû parêzer, ji bo gel jî dixwaze biçe Meclisê 2023-04-17 10:05:09 ÎZMÎR - Mecît Yildirim di nava qetlîam, îşkence, girtin, zext û polîtîkayên koçberiyê de mezin dibe. Ew li dijî neheqiyên li ser malbata xwe dibe parêzer. Yildirim dibêje ji bo hem li hesabê îşkenceyê bipirse û hem jî tu kes bi wan zextan re rûbirû nemîne li Îzmîrê bûye namzet.   Partiya Çepên Kesk li Îzmîrê bi hemû coş û lezê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Partiya Çepên Kesk bijartina 4 parlamenteran kiriye armanca xwe û ji bo bigihîje vê hedefa xwe bênavber dixebite.    Di nava Partiya Çepên Kesk de çîrok û têkoşîna namzetekî balê dikişîne ser xwe. Ev jî Abdulmecît Yildirim e û namzetê rêza duyemîn ê herêma duyemîn ê Îzmîrê ye.    Abdulmecît Yildirim dibe şahide qetlîam, îşkence, girtin, zext û polîtîkayên koçberiyê yên salên 1990’î û di bin siyas van sepanên xerab de mezin dibe. Yildirim dibêje ji bo ku ew li hesabê van tiştên hatine serê wî bipirse û ji bo zarokek din bi van serpêhatiyên xerab re mezin nebe ew xwe amade dike ku têkoşînek berfireh bide.   BEDELA KURDBÛNÊ    Yildirim 38 salî ye û ji gundê Çalê yê bi ser navçeya Nisêbîna Mêrdînê ve ye. Malbata Yildirim jî wek her malbetek Kurdistanî ji bo xwedîderketina nasnameya kurdbûnê bedelek giran dide.    Di salên 1990'î de bavê Yildirim, Hîkmet û keke wî Adil Yildirim gelek caran tên binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Xwişka wî Emîne Yildirim jî di sala 1992’yan de hê 22 salî ye tê girtin û cezayê muebedê lê tê birîn. Emîne Yildirim piştî 30 salan di hefsê de ma di 52 saliya xwe de meha mijdara 2022’yan ji girtîgehê tehliye bû.    HÎZBÛLLAHÊ XALÊ WÎ QETIL DIKE    Malbata Yildirim di sala 1993’yan de bi darê zorê ji gundên xwe tên derxistin û neçar dimînin ku li navenda Nisêbînê bicih bibin. Piştî ku malbatê koçî Nisêbînê kir, vê carê jî bi gefên Hîzbullahê re rûbirû man. Xalê Yildirim, Mesût Yildirim ku di heman demê de pismamê bavê wî ye di sala 1993’yan de li naverasta sikakê li Nisêbînê ji aliyê endamên Hîzbullahê ve tê kuştin. Kujerên Mesût Yildirim ên endamên Hîzbûllahê beriya hilbijartinêy ek bi yek hatin tehliyekirin û hat zanîn ku ev endamên Hîzbûllahê ku hatine berdan reviyane derveyî welat.    Malbata Yildirim a ku dibe hedefa êrişên dewletê û Hîzbûllahê neçar dimîne ku di sala 1993’yan de ji Nisêbînê jî koçî navçeya Konakê ya Îzmîrê bike. Yildirim biryar dide ku ew ê bibe parêzer û li Zanîngeha Dîcleyê beşa hiqûqê ango parêzeriyê dixwîne û dibe parêzer.    BO PARASTINA MAFÊ MIROVAN TÊDIKOŞE    Ev 13 sal in Yildirim parêzeriyê dike û ji bo parastina mafên mirovan têdikoşe. Abdulmecît Yildirim yek ji damîzrenerê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz ku bi KHK’ê hat girtin de cih digire û niha jî rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê ya Şaxa Îzmîrê ye. Her wiha ew yek ji parêzerên doza Denîz Poyraz e.    Yildirim dibêje ji bo ew li hesabê hemû binpêkirinên mafên mirovan bipirse, li hesabê îşkence, koçberî û girtinan bipirse û li ber zîhniyeta qetlîmaker rabe dê têkoşîna xwe bibe Meclisê.    'ME SEWALÊN XWE DIFIROT Û PARÊZER PEYDA DIKIR’    Yildirim anî ziman ku ew di atmosferek ku binçavkirin, girtin, îşkence, kuştinên kiryar nediyar, şewitandin û valakirina gundan de mezin bûye û got: “Bavê min û kekê min gelek caran hatin binçavkirin û bi îşkenceyê re rûbirû man. Her carê malbata min dixwest parêzerek peyda bike. Wê çaxê parêzerên ku wê li van dosyeyan binêriya gelek kêm bûn. Dose dihat Amedê. Malbata min neçar dima ku ji Nisêbînê biçin Amedê. Me bi xwedîkirina pez û çêlekan debara xwe dikir. Her cara ku bavê min û kekê min dihatin binçavkirin, me sewalên xwe difirot û hewl dida heqê parêzer derbixin.”    TIŞTÊN HATINE SERÊ WÎ BÛ SEDEM KU BIBE PARÊZER    Yildirim da zanîn ku ji ber serdemek giran bû bi zehmetî parêzerekî peyda dikirin û got: “Ji ber xwişka min girtî bû, zarokatî û ciwaniya min li ber deriyên girtîgehan derbas bû. Ev bû sedemek mezin ku ez bibim parêzer. Em bi salan têkoşiyan û niha jî em dixwazin lingek vê têkoşîna xwe li Meclisê bidomînin. Hê jî zarok û welatî bi îşkenceyê re rûbirû dimînin. Ji bo tiştên hatine serê min û neyên serê tu kesî din, ez bûm parêer. Meclis jî qadek têkoşînê ye. Ji bo ez edaletê û hiqûqê biparêzim li Partiya Çepên Kesk bûm namzet. Em ê li dijî siyaseta înkar û dîktatoriyê siyaseta Rêya Sêyemîn ava bikin. Dema ez biçim Meclisê ez ê bibim dengê girtiyên azadiyê. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nemaye û ev bêhiqûqî li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tirkiye veguheriye girtîgehek vekirî.    WÊ CARA YEKEM XWIŞKA MIN DENGÊ XWE BIKAR BÎNE   Ev hilbijartin ji bo min xwedî watyek taybet û girîng e. Xwişka mina ku piştî 30 salan tehliye bû dê cara yekemîn dengê xwe bikar bîne. Wê dengê xwe ewilî bide min û ez bi serfiraziya vê kêfxweş im. Em ê roja 15’ê Gulanê bi serbilindî şiyar bibin. Em ê bi 100 parlamenterî li Meclisê bibin dengê gelê xwe.    Tu tiştek ku îktidara AKP’ê bide civakê nemaye. Lewma em dibêjin çareseriya hemû pirsgirêkan li cem Partiya Çepên Kesk e.”    MA / Semra Tûran - Delal Akyuz