Li Mûş û Sêrtê buro hatin vekirin: Di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin 2023-04-16 21:39:07 MÛŞ / SÊRT - Li Mûşê buroya hilbijartinê ya jinan bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate vekirin. Li Sêrtê jî di vekirina buroyê de hate diyarkirin ku di 14’ê gulanê de wê desthilata gel bê avakirin Partiya Çepên Kesk di çarçoveya tûra hilbijartinê ya li bajarên Botanê daye destpêkirin de derbasî navçeya Misirc a Sêrtê bû. Şandeya ku Hevserokê Partiya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk di nav de ji aliyê girseya qelebalix ve bi dirûşmeyan hate pêşwazîkirin. Bi ketina otobusê ya kolana ku dê buro lê bê vekirin re coş zêde bû û girse bi muzîkên hilbijartinê re govend gerand. Bi gerandina govendê re cade jî ji trafîkê re hate girtin.   Girse bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” derket ser otobûsa hilbijartinê. Şandeya derket ser otobusê gel silav kir, girseyê jî bi çepik û tilîliyan şande pêşwazî kir.   Ewilî Serokê Giştî yê EHP’ê Hakan Ozturk axivî û peyama wê bi hev re serbikevin da.   AYDENÎZ: EV HILBIJARTINEKE DÎROKÎ YE   Pişt re Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîh Aydenîz axivî. Aydenîz diyar kir ku bi rojane li Kurdistanê digerin û wiha got: “Yên ku dibêjin me gelê kurd qedan li Misircê binêrin.” Aydenîz, da zanîn ku wê di 14’ê Gulanê de gel bibe desthilat û faşîzm wê ji holê rabe û wiha berdewam kir: “Heta niha hemû desthilatan dijminatiya kurdan kir. Desthilata AKP’ê û MHP’ê jî biçin ku derê di rojeva wan de dijminatiya kurdan heye. Dibêjin pirsgirêka kurd nîne. Em ji vir careke din dibêjin pirsgirêka gelê kurd heye. Pirsgirêka kurd qedexekirina zimanê wî ye, tecrîda li Îmraliyê ye. Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê pirsgirêka kurd berdewam bike. Ji ber vê yekê ev hilbijartin hilbijartineke dîrokî ye. “   AKIN: TIFAQA TOROSÊN SPÎ AVA KIRIN   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin jî bal kişand civînên wan ên gel ên li bajarên Kurdistanê û wiha got: “Tişta me dîtî ev e; gelê me bi coş ber bi 14’ê Gulanê ve tê. Desthilat niha ditirse nizane dê çi bike. Hewl didin her cure tifaqa nebaş ava bikin. Tifaqa AKP’ê û MHP’ê tê re nekir, pergala qesrê her cure nebaşî fikirî dijminên jinan, têkiliyên dewleta kûr kom kirin û Tifaqa Torosên Spî avakirin. Em jî hûn jî van baş nas dikin. Em ê vê desthilatê qet nedin vê tifaqê. Em ê di 14’ê Gulanê de van bişînin.”   ‘EM Ê HER DERÊ BIKIN ÇEP A KESK’   Akin, da zanîn ku Serokkomarê AKP’î di mitînga li Rihayê kir de derew kirine û wiha berdewam kir: “Hewl dan me bê vêbijêrk bihêlin. Ji hilbijartinê re mehek mayî da HDP’ê bigirin û bêpartî bihêlin. Em dizanin li cem Osmaniyê lîstik xelas nabin. Lê em dizanin ku em ê çawa wan pûç bikin. Em di bin navê Partiya Çepên Kesk dikevin hilbijartinê. Em ê wan têk bibin. Ciwanên me bi kelecaneke mezin xwedî li partiya nû derdikevin. Em bi berxwedanê hatin heta van deran. Niha gelek hevalên me dîl girtî ne. Lê em soz didin. Ev hişmendiya qeyûm ev pergala qesrê wê bi dawî bibe. Em ê di 14’ê gulanê de wan bişînin. Wê di 15’ê gulanê de bihara Newrozê were vî welatî.”   ‘EM Ê DESTHILATA GEL AVA BIKIN’   Akin ê destnîşan kir ku di erdhejên navenda wan Mereşê de dîtin ku pergalên yek zilamî çiqas xerabin, anî ziman ku li herêmên erdhejê dewlet tune bûn û wiha got: “Herkes li wir bû lê walî û qeymeqamê vê pergala qesrê li benda fermana Serokkomar bûn. Em pergaleke wiha naxwazin. Careke din me dît ku hikumeteke ji jor ve tê birêvebirin wê tiştekî neîne vî welatî. Em bi dewleteke ku tenê xwe difikire re rû bi rû ne. Em ji bo we tên. Ev hilbijartineke dîrokî ye. Desthilat ji bo li ser piyan bimîne her tiştî dike. Çawa ku me Stenbol bi wan da windakirin em ê di 14’ê Gulanê de vê desthilatê, pergala qesrê bînin xwarê û desthilata gel ava bikin.”   Piştî axafitinan şande bi girseyê re bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekir.      MÛŞ   Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de berdewam kir. Tûra dawî ya roja sêyemîn li Mûşê pêk hat. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê, îro piştî navçeyên Qereyazî, Qereçoban ên Erziromê, Gimgim a Mûşê vê carê jî li navenda Mûşê buroya hilbijartinê ya jinan vekirin.   ‘ÇARESERÎ KOMARA DEMOKRATÎK E’   Şandeya ewilî li Gimgimê bi gel re civiya bi dirûşmeyan hate pêşwazî kirin. Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî yê li vir axivî wiha got: “Ji bo ku em vî welatî demokratîk û azad bikin em derketin rê. Gelek pirsgirêk hene lê çareserî jî hene. Çareserî Komara Demokratîk e. Heta ku ev zilm û neheqî bi dawî nebin aştî jî demokrasî jî nayê vî welatî. Em ê bi rakirina tecrîdê û bi berdana hevalên xwe yên dîl girtî dest bi avakirina komara demokratîk bikin. Em ê di 14’ê Gulanê de ji vê feraseta zordar ji Kurdistanê paqij bikin û biavêjin.”   Di civîna gel de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî gel silav kir.   VEKIRINA BUROYÊ YA BI COŞ   Şande pişt re bi konvoyeke dirêj derbasî Mûşê bû. Şandeya li navenda bajêr gel silav kir, piştî fitarê li navendê Buroya Hilbijartinê ya Jinan vekir. Jin û ciwanên ku dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” , “PKK gel e gel li vir e” , “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin bi saetan govend gerandin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî tev li vekirina buroyê ya sedan kes tev li bûyîn bûn. Piştî silavdayîna namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî.   ‘HEMÛ JINÊN CÎHANÎ JI JINÊN KURD BI BANDOR DIBIN’   Ûçar, diyar kir ku têkoşîna wan gelek bi hêz e û wiha got: “Têkoşîneke me ya jinan ku dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ ji xwe re kiriye felsefe û ji hemû cîhanê re ragihand heye. Bawer bikin hemû jinên cîhanê ji vê bi bandor dibin û bi vê mezin dibin. Me jinan dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ ji xwe re kir rêber. Ji ber vê yekê serkeftina me didome.”   ‘DESTHILATA ME WÊ BIBE DESTHILATA JINAN’   Ûçar a axaftina wê her tim bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” hate birîn wiha berdewam kir: “Li herêma Serhedê bi hevalên me yên jin re herî zêde hevalên me yên zilam vê dirûşmeyê berz dikin. Ev desthilat herî zêde dijminatiya jinan û kurdan dike. Em ji vê desthilata ku faîlên kuştinên jinan diparêze re dibêjin ku em ê dadgehên îhtîsas ên jinan ava bikin û em ê darizandinan bi edaleteke rast bi edaleta jinan pêk bînin. Ji ber vê yekê em îdia dikin ku em ê wezareteke jinê ku hem têkoşîna wan a azadî û wekheviyê biparêze hem bibe deng û gotina jinan ava bikin. Desthilata Partiya Çepên Kesk ji bo me desthilata jinan e. Em ê destkeftiyên jinan biparêzin û mezin bikin.”   Piştî axaftinan Ûçar û Dayikên Aştiyê Buroya Hilbijartinê ya Jinan vekirin. Vekirin bi gerandina govendê bi dawî bû.   Şande wê sibê li navenda Bedlîsê û navçeyên wê yên Norşîn, Tetwan, Xîzanê bi gel re bicive û tûra Serhedê bi dawî bike.