Bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê ya jinan hate vekirin 2023-04-16 21:17:56 ÎZMÎR - Partiya Çepên Kesk li navçeya Bûcayê bi navê Denîz Poyrazê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyên li Aydin û Balikesîrê jî dîmenên rengîn derketin holê.    Partiya Çepên Kesk li navçeya Bûca ya Îzmîrê bi navê Denîz Poyraz a hate qetilkirin buroya hilbijartinê ya jinan a 3’yemîn vekir. Namzetên parlamenteriyê yên jin ên Îzmîrê, jinên ji rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk û gelek kes beşdar bûn. Di vekirinê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Denîz Poyraz nemir e” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    PARADÎGMAYA AZADIYA JINÊ    Namzet Canan Kebenç Ozkan a li vir axivî, diyar kir ku ji bo desthilata tarî bi dawî bikin bi rê ketine û wiha got: “Em nabêjin hilbijartin her tişt e lê dagereke. Dema em vê destilata zordar dişînin sergoyê dîrokê, em ê bi paradigmaya azadîwaziya jinê bi rê kevin. Ji bo ku em di sibeya 15’ê gulanê ji rojeke xweş re hişyar bibin em ê mal bi mal bigerin.”   NÛNERTIYA JINÊ    Namzet Semra Kiratli jî diyar kir ku mîrateya jinên ku têkoşîna azadiyê didin vediguhêzin û wiha got: “Em soz didin ku ji bo zêdetir jin di Meclisê de cih bigirin û civak bi nêrîna jinê ji nû ve bê avakirin em ê bi awayekî herî xurt cihê xwe bigirin.”   Piştî axaftinan bi dirûşmeya “jin jiyan azadî” Dayikên Aştiyê qurdele birîn û buro vekirin.    AYDIN    Partiya Çepên Kesk li Taxa Altinkûm a navçeya Dîdîm a Aydinê bi coşeke mezin buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina bi sedan welatî tevlibûyî de govend hatin gerandin û dirûşm hatin berzkirin. Di vekirinê de ewilî danasîna namzetên parlamenteriyê yên Aydinê Ebrû Gunay, Rojîn Tanhan Dogan, Abdurrahman Saran û Medîha Aydan hate kirin.    Ebrû Gunay a li vir axivî, anî ziman ku tu zext nikarin çokî bi me bidin danîn û wiha got: “Em li ser piyan e û ji bo biguherînin tên. Em ê bi jinan re biguherînin. Li Aydinê namzetên desthilatê û muxalefetê binêrin li tu deran jin tune ne. Li her derê namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk hene, em weke jinan em ê serbikevin û vê hişmendiyê biguherînin. Em ê ji Aydinê 2 jin biçin Meclisê.”   Piştî axaftina Gunayê namzet û Dayikên Aştiyê buro vekirin.    Li aliyê din namzetan li navçeya Dîdîmê serdana Komeleya Piştevanî û Çandî ya Dêrsimiyan jî kirin.    BALIKESÎR    Partiya Çepên Kesk li Taxa Sala 100’emîn a navçeya Bandirma ya Balikesîrê yek jê jin 2 buroyên hilbijartinê vekirin. Di vekirinên buroyê ku gelek jinan û welatiyan eleqeyeke zêde nîşandan de namzetên jin ên Balikesîrê Şevîn Coşkûn, Gul Ertûnan Karaaslan, Canşah Çelîk, Fîkriye Yadirgi, Nevîn Yilmaz Çakaloz û Medîne Çagliyan amade bûn. Namzetan xwe dan nasîn û xwestin di 14’ê gulanê de dengan bidin Partiya Çepên Kesk.   Şevîn Coşkûn a di vekirina buroya hilbijartinê ya jinan de axivî jî diyar kir ku çavkaniya wan a moralî ya herî mezin jin in û anî ziman ku wê hilbijartinên 14’ê Gulanê bi jinan qezenc bikin.