Ji Çelê dengê aştiyê bilind bû 2023-04-16 19:51:30 COLEMÊRG - Bi sedan kesên di vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li navçeya Çelê ya Colemêrg hatin cem hev, bi qîrîna dirûşmeya “Erdogan wê biçe, demokrasî dê were” bal kişandin ser aştiyê.   Rêxistina Partiya Çepên Kesk a li Colemêrgê bi tevlibûna sedan kesan li navçeya Çelê ya li ser xeta sînorê Herêma Kurdistana Federe buroya hilbijartinê vekir. Ji bilî parlamenterên HDP’ê, namzetên parlamenteriyê yên bajêr û bi sedan kesan tev li vekirina buroya bûn.    Şande ji aliyê sedan kesan ve li qada Kaniya Gêmanê hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke ji dehan wesayîtên bi alên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin pêk dihat re ber bi navenda navçeyê bi rê ketin. Serdana dikandaran a şandeya ji wesayîtên xwe peya bûn gel silav kir û xwest ber bi buroya hilbijartinê ve bimeşe veguherî meşê. Di çalakiya ku ciwanan û jinan pêşengtî dikir de her dim dirûşmeyên “Deng namûs e namûs nayê firotin” , “Em Kesk, em ber bi Meclisê ve” , “Çelê bi wer serbilind e” , “Çelê neraze xwedî li vîna xwe derkeve” , “Em ê bi berxwedanê serbikevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.    ‘ÇI ZÛ ÇI JÎ DERENG WÊ ŞER BI AŞTIYÊ ENCAM BIBE’   Piştî rêzgirtinê şandeyê û sedan kesan bi coş buroya hilbijartinê vekirin. Piştî vekirinê yek ji namzetan Vezîr Parlak anî ziman ku sedsala ewil a Komarê bi polîtîkayên înkar û îmhayê hat birêvebirin û wiha got: “Lê li dijî berxwedana heyî ev polîtîka perçe perçe bûn. Em di sedsala Komarê ya duyemîn de dixwazin li gund, zozan û çiyayên xwe bi awayekî azad bijîn. Yekane daxwaziya me di çarçoveya rêgezên hemwelatîbûna wekhev de jiyan e. Bêtehamuliya li dijî me ji ber israra me ya di aştiyê de ye. Çiz û çi jî dereng wê şer bi aştiyê encam bibe.”   ‘EM Ê HESABA CIZÎR, GEVER Û SÛRÊ BIPIRSIN’    Yek ji namzetan Oznûr Bartin jî diyar kir ku dema ketin Meclisê wê ji bloka faşîst a AKP’ê û MHP’ê hesabê bipirsin. Bartin, anî ziman ku ji bilî talan û hilweşîna piştî berxwedana xweseriya cewherî ya li Cizîr, Gever û Sûrê wê hesaba Halîse û Taybet Înan jî bipirsin û wiha got: “Hilbijartineke gelek girîng di pêşiya me de ye. Em bawer dikin ku em ê serbikevin û bi 100 parlamenteran bikevin Meclisê.”   ‘EM Ê DERIYÊ ZINDANAN BIŞIKÎNIN’    Namzetê din Onûr Duşunmez jî destnîşan kir ku siyasetmedarên di Doza Kobanê de tên darizandin ji ber têkoşîna ji bo gelên xwe didan tên darizandin û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de 100 parlamenteran derxînin, AKP’ê têk bibin û hemû hevalên xwe yên girtî azad bikin. Em ê di 14’ê gulanê de deriyên zindanan bişikînin hemû girtiyan azad bikin. Em ê li qada azadiyê ya Colemêrgê hemû hevalên xwe yên dîl girtî bi vê coşê pêşwazî bikin.”   ‘BLOKA FAŞÎST A AKP’Ê Û MHP’Ê EM Ê BIŞÎNIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede jî anî ziman ku Çelê ne navçeyeke ji rêzê ye û wiha axivî: “Çelê xwedî cihekî girîng e. Dîrokeke berxwedanê ya Çelê heye. Di her maleke Çelê de Zîlan, Vîyan, Egîd û Mazlûm hene. Hema bêje hemû xwezaya Çelê hate şewitandin û talankirin. Mirov hatin sirgunkirin. Lê Çelê li ber xwe da û wê berxwedana xwe bidomîne. Dede ji girseya di dema axaftina wî de dirûşmeya “Erdogan wê biçe, demokrasî dê were” berz kirin re wiha got: “Me çawa desthilatên beriya niha şandi bin em ê bi heman awayî desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê jî bişînin.”   ‘EM Ê GIRTIYÊN SIYASÎ JI ZINDANAN DERXÎNIN’    Endamê MYK’a HDP’ê Abdûllah Zeydan jî bi lêv kir ku wê desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê têk bibin û wiha got: “Em ê bi gelên Tirkiyeyê re mezin bidin qezençkirin. Wekîlên me yên vîna we ne Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven, Sebahat Tûncel, Selahattîn Demîrtaş û hemû hevalên me yên din ên di zindanan de rûmeta gelê me bi berdela canên xwe parastin û gavekê jî paş ve neavêtin. Em ji we bawer in, em ji gelê xwe bawer in, rêya me vekirî be, Xwedê alîkarê me be.”   Piştî axaftinan aktîvîteya vekirina buroyê bi gerandina govendê ya demekî dirêj û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.