Sancar ji Manîsayê bang kir: Em li benda temsîliyetê ne 2023-04-16 18:58:22 MANÎSA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê vekirina buroyê ya li Manîsayê de axivî, anî ziman ku êdî ji Manîsayê li benda temsîliyetê ne û wiha got: “Em li benda dengên ku vîna hevpar a gelên li Manîsayê bibin Meclîsê ne.”   Partiya Çepên Kesk a li herêma Egeyê starta xebatên hilbijartinê da piştî Denîzlî, Aydin, Mûgla û Îzmîrê xebatên xwe li Manîsayê didomîne. Partiya Çepên Kesk a piştî Îzmîrê derbasî Manîsayê bû buroya hilbijartinê ya li Taxa Cûmhûriyetê ya navçeya Yûnûs Emre bi coşeke mezin vekir. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Esengul Demîr û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di ketina bajêr de bi konvoyê hatin pêşwazîkirin. Di vekirina buroyê ku bi sedan kes tevlibûn de girseyê her tim dirûşmeyên “Çepa Kesk tê bendan dihilweşîne” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berz kir.    ‘DÊ BIBE DESTHILATA GELAN’    Di vekirina buroyê de ewilî Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr axivî û wiha got: “Bi girtinê gefan li partiya me dixwin. Dikarin HDP’ê bigirin lê dê çawa vîn, gotin û dengê gel bigirin? Ev nepêkan e. Bi dehan partî girtin lê dawiya dawî dîsa em biserketin. Ev desthilat herî zêde ji jinan hez nake. Jinên ku têkoşîna siyasî dimeşînin ceza dike. Ji ber wê yekê wê jin desthilatê bişînin. Partiya Çepên Kesk ji bo di parlamentoyê de 100 wekîlan derxe bi rê ket. Îro 100 wê sibê bibe 200. Li dijî vê pergala ku gelê kurd nas nake em ê wan bişînin sergoyê dîrokê.”   ‘DIVÊ MANÎSA VÎNA XWE BIŞÎNE MECLÎSÊ’    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê pişt re axivî jî anî ziman ku êdî ji Manîsayê li benda temsîliyetê ne û wiha got: “Em li benda dengên ku vîna hevpar a gelên li Manîsayê bibin Meclîsê ne. Em ê hemû bajaran azad bikin. Rêya vê di azadî û wekheviya hemû gel û baweriyan de derbas dibe. Manîsa û Amed, Mêrdîn xwişk û bira ne. Hemû gelên li vir dijîn bira ne. Em di siyaseta demokratîk de israr dikin em ê bi vê yekê re pergalê biguherînin. Em ê bi vê vîn û tecrubeyê hemû lîstikên Tifaqa Cûmhûr vala derxînin. Ez bang li hemû gelên li Manîsayê dijîn dikim; guhên xwe ji gotinên cihekariyê re bigirin. Em dikarin bi hev re azad bibin. Em li dijî polîtîkayên înkar, dijminatî û cihekariyê rabin, dikarin vê pergalê jî biguherînin.”   ‘EM TÊN KU PERGALÊ BIGUHERÎNIN’    Sancar ê bersiva ciwanên li qadê her tim dirûşme berz dikirin da wiha got: “Ciwan li ser piyan e. Hêviya me hêza me di vê meşa ciwanan a bi biryar de ye. Birçîtî û xizanî pirsgirêka hevpar a hemû mirovên me yên ji her bawerî û nasnameyê ne. Em tên ku di bin dara Partiya Çepên Kesk kom bibin û vê pergalê biguherînin. Em pêşerojê li ser demokrasî, azadî û aştiyê ava bikin. Em ê vê bi hev re bikin.”   Piştî axaftinan Sancar û Dayikên Aştiyê buro vekirin.