Malbata Şenyaşar: Kesên zilm û komkujî kirin dê hesabê bidin 2023-04-16 17:32:07   RIHA - Malbata Şenyaşar a di roja 755’emîn de Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Kesên pişta xwe didin Erdogan û zilm û komkujî kirin wê li pêş daraza serbixwe hesabê bidin.”   Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 755’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobedê berdewam kir.   Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Desthilateke ji bo berjewendiyên xwe qanûnên xwe bi xwe binpê dike heye. Em ê di 14’ê Gulanê de edaletê û demokrasiyê bi hev re bînin. Kesên pişta xwe didin Erdogan û zilm û komkujî kirin wê li pêş daraza serbixwe hesabê bidin.”