Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bû: Em ê AKP’ê bişînin 2023-04-16 16:54:26 ŞIRNEX - Partiya Çepên Kesk li Qilêbanê bi tevlibûna sedan kesan buroya hilbijartinê vekir.    Li navçeya Qilêban a Şirnexê Partiya Çepên Kesk li ser caddeya Qilêbanê bûroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk Newroz Ûysal, Zekî Îrmez, Ayşegul Dogan, Bedîrhan Osal, rêxistinên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk ên navend û navçeyê, DBP, TJA û bi sedan kes tevli vekirina buroyê bûn. Ciwan û jin bi kincên xwe yên herêmî tevli vekirina buroyê bûn. Beriya bernameyê bi sedan ciwanên ku li ber deriyê buroyê kom bibûn govend gerandin.    Bername bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di vekirina buroya hilbijartinê de parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş, axivî. Ozguneş, baş kişand ser ewlekariya sindoqan û wiha axivî: "Ji bo ku em bikin 4 û 0 em  amade ne? Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî dawî bikin. Em ê ala xwe bidin hevalên xwe yên nû. Ev hilbijartin dê bibe qedera hemû gelan. Ev hilbijartin ne hilbijartineke ji rêzê ye. Ji bo ku gelê me ji vê taritiyê xelas bibe em ê bibin Kawayê Hesinkar. Ji bo ku aşitî pêk were, ji bo ku ev şere bisekine em ê di 14’ê Gulanê de biçin ser sindoqan û xwedî li sindoqên xwe derbikevin. An serkeftin an serkeftin."   ‘DIVÊ EM DESTHILATA AKP’Ê BIŞÎNIN’   Piştre namzeta Partiya Çepên Kesk Newroz Uysal, axivî. Uysal, jî bal kişand ser polîtîkayên desthilata AKP’ê û MHP’ê û wiha got: "Vaye 21 sal in AKP desthilat e. Ev 21 sal in li ser qirkirina kurdan, xwezaya kurdan xwe mayînde kirine. Lê belê niha di nav aloziyeke mezin de ne. Êdî bûne rûyê şer. Ev politikayên wan ê şer li ser me didomin. Îro em ber bi hilbijartinekê ve diçin. Ev hilbijartin hilbijartina man û nemanê ye. Lê gelê me di vê hilbijartinê de amade ye û dê biçin ser sindoqan. Me gelek bedel dane. Divê ku em di vê hilbijartinê de vê desthilatê bişinin. Ji bo ku em bikaribin mafê xwe biparêzin divê ku em xwedî li vê hilbijartinê derbikevin."   ‘PÊDIVIYA ME BI HÊZA WE HEYE’    Namzeta Partiya Çepên Kesk Ayşegul Dogan, jî got ku di vê pêvajoyê de pêdiviya wan bi piştgiriya gel heye û got: "Ji bo ku em govenda azadiyê bi hevre bigirin divê em pergaleke nû ava bikin. Divê ku em her 4 parlamenterên xwe bişînin parlamentoyê divê ku em xwedî li sindoqan derbikevin. Dema ku em çûn ser sindoqan jî divê ku ew tiştên ku hatine serê me ji bîr nekin. Gumana me ji Şirnexê re nîne. Divê ku em êdî bi zimanê xwe, nasnameya xwe û rengê xwe bên qebûl kirin. Ji bo vê jî pêdiviya me bi hêza we heye."   ‘EM Ê JI ŞER RE BÊJÎN NA’    Ji namzetan Bedîrhan Osal jî ev tişt got: "Yê bi we serbilind em in. Em di rojên dìrokî de derbas dibin. Di 14’ê Gulanê de firsendeke mezin dikeve destê me. Em ne mecbur in ku bi vê desthilatê bijîn. Em ê wan ji vir bişînin. Em ne mecbur in di vê goristanê de bijîn. Em sond dixwin ji bo ku ev pirsgirêkên heyî bên çareser kirin em ê biçin parlamentoyê û ji êşên we û neheqiyên ku li we tên kirin re em ê bibin deng. Em ê di 14’ê Gulanê de ji talankirina xwezayê re, şer re, girtina siyasetmedarên kurd re bibêjin na. Riya me vekirî be.”   BANGA TIFAQÊ    Yek ji namzetan Zekî Îrmez jî bang li kurdên ku dengê xwe didin AKP’ê kir û got: "Ev sed sal in desthilata faşîst qirkirin, girtin û kuştinê li me ferz dike. Li hemberî van êrîşan me serî rakir û em hatine merhelekê. An em ê di sedsaleke din de bi desthilatê re bijîn an jî em ê sedsaleke azad bijîn. Îro tu kes li derdora Erdogan nema ye. Em bang li kesên ku li cem wan disekinin dikin, werin em tifaqa xwe ava bikin. An serkeftin an serkeftin."   Piştî axiftinan bûroya hilbijartinê bi tililî û dirûşmeyên “ Em ê berxwe bidin û serbikevin” hate vekirin.