Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê ye: Hedef 2 parlamenter in 2023-04-16 13:34:10   KOCAELÎ – Partiya Çepên Kesk li Gebzeyê bûroya hilbijartinê vekir û got ku hedefa wan ew e ku 2 parlamenteran derxînin.    Partiya Çepên Kesk di çarçoveya tûra hilbijartinê ya li herêma Egeyê de li navçeya Gebze ya Kocaeliyê bûroya hilbijartinê vekir. Bûro, li Taxa Mevlana hate vekirin û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û namzetiyê parlamenteriyê Cengîz Çîçek û namzetên parlamenteriyê yên Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglî û Dilşad Canbaz jî tev li bûn.    ELEQEYA GEL A ZÊDE    Namzet, li ser Rêya Otobanê ya Çayirovayê bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Piştre jî konvoy ber bi cihê bûroya hilbijartinê ve kete rê. Di dema çûna konvoyê de xelkê bajêr jî eleqeyeke mezin nîşan da.    DI RÊ DE QEZA ÇÊBÛ   Dema konvoy diçû, xebatkarê dilxwaz ê Partiya Çepên Kesk Guney Merîç dema hewl dida wêneyan bikişîne li ser otobûsa kete xwarê. Rewşa Merîç giran e û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.    PIŞTÎ PÊŞWAZÎKIRINÊ MEŞ HAT LIDARXISTIN    Şande, li Taxa Mevlanayê ji hêla bi sedan kesan ve bi çepik û tiliyan hate pêşwazîkirin. Girseyê xwest bi pankarta “Kokên me di kûrahiya Cudî, Gabar û Munzurê de ne” bimeşin. Lê meş hate astengkirin. Piştre jî girseyê bêyî pankart dest bi meşa xwe kir. Di dema meşê de dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin.    Girseya meşê li pêşiya bûroya hilbijartinê ji hêla girseyeke din ve hate pêşwazîkirin. Piştî gerandina xelekên govendê, axaftin hatin kirin.    15’Ê GULANÊ DÊ BIBE DÎROKEKE NÛ   Ji ewil namzet hatin nasandin û piştre jî ji namzetan Eylem Arzu Kayaoglû axivî û wiha got: “Her roj komkujiyên jinan zêdetir dibin. Hevalên me di her qadên jiyanê de rastî cihêkariyê tên. Em ê bi van nêzikatiyan bikevin hilbijartinê. Weke gelên Tirkiyeyê dê di 15’ê gulanê de li rojeke nû şiyar bibin.”    HEDEF 2 PARLAMENTER IN   Piştre jî namzetê parlamenteriyê Omer Faruk Gergerlîoglû axivî û ev tişt anî ziman: “Çiqas zext û zordariyê dikin bila bikin lê dîsa jî dê nekarin pêşî li me bigirin. Hedefa me ew e ku ji Kocaeliyê herî kêm 2 parlamenteran derxînin. Tu kes nikare gelê birêxistinkirî têk bibe. Tu kes nikare çand, ziman û nasnameya me asteng bike. Li ku dibe bila bibe, em ê bibin parlamenterên gelê xwe. AKP’ê niha li Kocaeliyê hinek namzetên cuda derxistin. Di rêza ewil de rektor heye. Hûn dizanin bê ka merîfeta vî rektorî çi ye? 19 hezar zanyarên ku di mijara kurd de aştî dixwestin îxrac kirin. Bi nelirêtiya xwe tê naskirin. Ji hesabdayînê ditirse lewma di rêza ewil de nîşan dan. Di rêza sêyemîn de jî Midûrê Emniyetê yê Kocaeliyê yê berê Veysî Tîpîoglû heye. Yê ku li Qada Newrozê ya Gebzeyê rengên kesk, sor û zer qedexe kirî îro dê ji kurdan deng bixwaze. Gelo ma hûn qet şerm nakin? Em ê di hilbijartinan de ya ku ji destê me tê bikin û bixebitin. Hêvîdarim ku gel jî tev li xebatan bibe.”    'HÛN DÊ HESABÊ BIDIN’   Hevberdevkê HDK’ê û namzetê parlamenteriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî wiha axivî: “Ev îktîdar tenê dijminê zimanê kurdî nîne, dijminê hemû zimanan e. Heke bi saya têkoşîna me nebûya, gelo ma dê ev polîtîkayên pişaftinê bihatina têkbirin? Heke me eqwas bedel nedabûna ma dê me bikariya vê rêyê vekin? Bi saya têkoşîna vî gelî me li her çar aliyên Tirkiyeyê têkoşîna demokrasî û azadiyê mezintir bikin. Di serdema vê îktîdarê de Tirkiye bû sergoya Ewropayê. Em ê di 14’ê Gulanê de hesabê ji îktîdara welatê me aniye vî halî bipirsin. Rêya me zor e lê ewqas jî hêsan e. Em ê heta roja dawî jî mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û xebatên xwe bidomînin. Bloka faşîst a li hemberî dê heta roja dawî jî çi ji dest tê bike û bloqeke herî dizîker û talanker e. Divê em rê nedin talankeran.”    Piştî axaftinan jî namzetên parlamenteriyê tevî gel bûroya hilbijartinê vekir. Vekirina bûroyê bi gerandina govendê bi dawî bû.