Sancar: Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe 2023-04-16 13:15:40 ÎZMÎR - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a herêma Egeyê de axivî û ev hişyarî kir: “Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe.”    Partiya Çepên Kesk li herêma Egeyê starta xebatên hilbijartinê dabû destpêkirin. Piştî Denîzlî, Aydin û Mûglayê, tûra hilbijartinê niha jî li Îzmîrê didome. Partiya Çepên Kesk li Taxa Lîmontepe ya Karabaglarê bûroya hilbijartinê vekir. Hevberdevka Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar û Hevberdevka TOP’ê Perîhan Koca tev li vekirina bûroyê bûn. Şande, li devera Aktepe ya navçeya Gazîemîrê hate pêşwazîkirin û bi konvoyeke mezin ber bi cihê vekirina bûroya hilbijartinê ve kete rê. Eleqeyeke mezin a welatiyan jî ji bo konvoyê hebû û wesayîtan bi lêdana kornoyan piştgirî dan.   BÛRO BI COŞEKE MEZIN HATE VEKIRIN   Şande, li pêşiya bûroyê bi girseyî hate pêşwazîkirin. Qad, bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibû xemilandin û girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Denîz Poyraz nemir e” û “Jin, jiyan, azadî” berz kir. Jin, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li bûbûn. Kelecan û coşeke mezin hebû û heta demekî dirêj jî girseyê tililî avêtin, çepik lê dan û xelekên govendê gerandin. Bername, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.    Piştre jî namzetên parlamenteriyê yên Îzmîrê gel silav kirin. Namzetên herêma 1’emîn a Îzmîrê Abdulmecît Yildirim û Burcugul Çubuk di axaftinên xwe de hilbijartinên 14’ê Gulanê weke hilbijartinê hesabpirsînê destnîşan kirin.    'EM Ê DÎROKÊ BINIVÎSIN’   Endama Lijneya Hevberdevkan a TOP’ê Perîhan Koca jî da zanîn ku dê di 14’ê Gulanê de dîrokê binivîsin. Koca, îktîra heyî weke “îktîdara sûc” pênase kir û soz da ku dê hesabê ji îktîdarê bipirsin û wan bişînin sergoya dîrokê.    'HER DENGEK PIR GIRÎNG E’   Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî diyar kir ku îktîdar hewl dide xwe bi siyaseta dijkurd li ser pêyan bigire û daxwazên gelê kurd tune dihesibîne. Demîr, destnîşan kir ku dê di vê hilbijartinê de îktîdarê têk bibin û wiha domand: “Em ê bi hev re dawî li rejîma Erdogan bînin. Lewma her dengek pir girîng e. Her parlamenterek dê ji bo pêvajoya amadekirina makeqanûna nû de pir girîng be.”    'HER DENGÊ VALA DIÇE DÊ BO AKP’Ê BIÇE’   Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar jî di vekirina bûroyê de wiha axivî: “Partî, bi hemû hêmayên xwe yek parçe ye. Wêneyên rengîn ê hêviya gelên welêt e. Lewma ev rejîm pir jê ditirse. HDP bûye xewnereşka wan. Tevî hemû astengkirinan jî dê nekarin pêşî li ber we bigirin ku hûn îradeya xwe li ser sindoqan diyar bikin. Rihên HDP û Partiya Çepên Kesk ji heman axê ne, şax û pelên wan ji heman xwînê ne. Em ê vê îktîdara zilmê teqez têk bibin û vê pergalê biguherînin. Lewma divê em dengên xwe bikin yek. Her dengê vala diçe dê ji bo îktîdara AKP-MHP’ê biçe. Divê em dengên xwe ji bo hêza guherîn û veguherînê biavêjin. Anku bidin Partiya Çepên Kesk. Ji bîr nekin ku xeyal û hêviyên rêhevala me Denîz Poyraz hebûn û me soz daye ku dê wan bi cih bînin. Dê wê jî bi saya piştgiriya we bikin.”    Piştî axaftinan jî bûroya hilbijartinê hate vekirin. Qurdele ji hêla dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz ve hate birîn.