Partiya Çepên Kesk li Qereyaziyê ye: Dem dema hesabpirsîna ji îktîdarê ye 2023-04-16 11:26:43   ERZIROM - Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê didome. Şande ji ewil li Qereyaziyê bi gel re hate ba hev û di serdanê de Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar wiha got: “Ev hilbijartin di heman demê de hesabpirsîna ji kesên civak neçarî qeyûm, îktîdara mêr û birçîtiyê kiriye ye.”     Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a li bajarên Serhedê di roja 3’yan de berdewam dike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê, îro li navçeya Qereyazi ya Erziromê bi gel re hatin ba hev.  Şande, li ser rêya Dutaxê ji hêla konvoyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin û piştre jî derbasî bûroya hilbijartinê bû. Eleqeyeke mezin a gel ji bo vekirina bûroya hilbijartinê hebû. Vekirina bûroyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.    'DIVÊ EV ÎKTÎDAR TÊK BIÇE’   Namzetê parlamenteriyê yê Mûşê Sezaî Temellî li vir axivî û wiha got: “Divê êdî namzetên Partiya Çepên Kesk di Meclisê de bin. Nûnertiya me xwedî cihekî girîng e. Em ê di 14’ê Gulanê de vê îktîdara faşîst hilweşînin. Divê ev îktîdare têk here ku birêz Abdullah Ocalan û hevalên me yên girtî azad bibin.”    'SERKEFTINA ME HÊVIYA DAYIKÊN ME NE’   Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û ev tişt anî ziman: “Dê serkeftin a gelê kurd be. Hewl didin berê ciwanên kurd bidin Ewropayê. Banga min ji bo ciwanên kurd ew e ku welatê xwe neterikînin. Em ê di 14’ê Gulanê de ji zilma AKP-MHP’ê rizgar bibin û govenda serkeftinê bi hev re bigerînin. Em ê kolan bi kolan, navçe bi navçe xebatên xwe bidomînin. Divê xelkê Erziromê xwedî li partiya xwe derkeve. Heke em bikarin vê bikin, dê teqez bi ser kevin. Dê serkeftina me bibe hêviya dayikên me. Rêya gelê me vekirî be.”    'DEM DEMA HESABPIRSÎNÊ YE’   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî û wiha got: “Ji hêlekê ve ev hilbijartin, muhasebeya sedsalê ye. Em ê bibînin bê ka kî dê di vê têkoşînê de derkeve pêş. Ev sedsal in em tune tên hesibandin û divê êdî em xwedî rayeya biryardayînê bin. Rastiyeke gel heye ku ji îktîdara AKP-MHP’ê re dibêje ‘êdî bes e.’ Em ji bo avakirina pergaleke nû tên. Di vê rêyê de em ê bi hev re serbikevin. Ev hilbijartin, hilbijartina hesabpirsîna ji îktîdara ku gel neçarî qeyûm û birçîtiyê kiriye ye. Em, ji rejîma yekzilamî pir mezintir in. Em ê bên û ew dê biçin. AKP hewl dide bi dijminên jinan û gelê kurd re tifaqê çêke. Em mezin bûn û ew dê winda bikin.”    Piştî axaftinan jî bûroya hilbijatinê hate vekirin. Bûro, ji hêla bavê Hakan Arslan ku di dema qedexeyên derketina kolanan a Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî 7 sal piştre di tûrikekî de hatiye radestkirin, Alî Riza Arslan ve hate vekirin.    Piştî vekirina bûroyê jî şande ber bi navçeya Qereçobanê ve kete rê. Şande dê piştre jî derbasî navçeya Gimgim a Mûşê û navenda bajar û bi gel re bê gel hev.