'Em ê dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin’ 2023-04-16 09:48:51 ÎZMÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Mûglayê Mûrat Sutçuoglû got ku armanca wan ew e ku dengên xwe yên Mûglayê du qet zêdetir bikin.  Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên li herêma Egeyê bênavber didomin. Yek ji bajarên ku partî bi îdiaya derxistina parlamenteran lê radibe jî Mûgla ye. Di hilbijartina sala 2018’an de CHP’ê li Mûglayê 4 parlamenter, Partiya Îyî yek û AKP’ê jî 2 parlamenter derxistin. HDP’ê jî di hilbijartinê de 43 hezar û 600 deng standin û bi rêjeya dengan a 6,7’an nekarî parlamenterekî derxîne. Partiya Çepên Kesk armanc dike ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de dengên xwe li Mûglayê du qet zêdetir bike.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Mûglayê Mûrat Sutçuoglû têkildarî hilbijartinê û pirsgirêkên bajar bi ajansa me re axivî. Sutçuoglû got ku wan dest bi vekirina bûroyên hilbijartinê kirine û ev tişt anî ziman: “Em bi gel re civînan li dar dixin, bi jinan re hevdîtinan dikin. Em ji bo hilbijartinê amade ne. Di hilbijartinên berê de me li Mûglayê nêzî ji sedî 7 deng girt. Em ê bi saya xebatên xwe vê rêjeyê derxînin ji sedî 11. Em ê herî kêm parlamenterekî ji vir derxînin. Em ê tevî parlamenterên xwe, têkoşîna li dijî talankirina qadên jiyanê, talankirina xwezayê û kedxwariyê veguhêsin navendê.”    ‘AKP’Ê MÛGLA TALAN KIR’   Bi domdarî Sutçuoglû bal kişand ser pirsgirêkên Mûglayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîtîkayên rantê yên AKP’ê ziyaneke mezin da Mûglayê. Şêniyên gundê Akbelenê ku naxwazin qadên xwe yên jiyanê bidin, ev 650 roj in li ber xwe didin. Gundiyên ku li dijî febrîqeya çîmentoyê ya li Deştînê têdikoşin hene. Her wiha li Marmarîs, Datça û Mûglayê talaneke zêde heye. Em ê piştgiriyê bidin wan têkoşînên herêmî yên ji bo parastina qadên jiyanê. Heke em bikarin parlamenteran ji vir derxînin, em ê vê berxwedanê veguhêzin meclisê.”   'EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’   Sutçuoglû, axaftina xwe wiha qedand: “Li dijî Tifaqa Cumhur ku pergala talan û şêlandinê didomîne û Tifaqa Milet ku dixwaze pergala berê restore bike, Tifaqa Ked û Azadiyê heye. Cihê tifaqa me gelek girîng e. Em bi tevahî li dijî pergala wan a talanker û hilweşîner in. Lewma li gorî me dê xelkê herêmê piştgiriyê bide me. Hêviya me mezin e. Hilbijartineke krîtîk e. Bi qasî xebatên hilbijartinê, her wiha ewlehiya sindoqan jî pir girîng e. Banga me ji bo tevahiya xelkê Mûglayê ew e ku xwedî li sindoqan û îradeya xwe derkevin.”