Banga ji bo xwedîderketina li sindoqan 2023-04-16 09:03:59   EDENE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Huseyîn Hazim Ozdemîr diyar kir ku ew li Edeneyê xwedî îdiayeke mezin in û bang li her kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin.    Partiya Çepên Kesk, bênavber xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê didomîne. Li Edeneyê mal bi mal û tax bi tax xebatên hilbijartinê tên kirin.    Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Huseyîn Hazim Ozdemîr, têkildarî atmosfera hilbijartinê ya li bajêr û xebatên ku dikin axivî. Ozdemîr bilêv kir ku bênavber dixebitin û got ku partiya wan ji bo Çûkûrovayê bûye cihê hêviyê. Ozdemîr destnîşan kir ku partiya wan xwezayê û yekîtiya mirovan esas digire û got ku ji ber ku Edene bajarekî kozmopolît e, partiya wan xîtabî hemû deng û rengên bajêr dike.    Ozdemîr bibîr xist ku berê ji Edeneyê 2 parlementer şandine meclisê, lê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de armanc dikin ku 4 parlementeran bişînin meclisê û wiha bang li gel kir: "Ewleyiya sindoqan me tenê eleqedar nake, muxalefetê û partiyên din jî eleqedar dike. Bi bangawaziya CHP'ê li Edeneyê têkildarî ewleyiya sindoqan civînek hat çêkirin. Em ê xwedî li sindoqan derkevin. Dê muşahidên me li ser sindoqan bin. Roja hilbijartinê heya karê dengdayînê biqede em ê li wir bin."