Li Kartalê vekirina buroya hilbijartinê: Împaratoriyên zilmê hilweşiyan 2023-04-15 21:27:24   STENBOL - Namzetê parlementeriyê yê Partiya Çepên Kesk Cengîz Çîçek ku di vekirina buroya hilbijartinê ya Kartalê de axivî, got: "Em tovên têkoşîna azadiyê direşînin. Divê ev tov zîl bidin. Împaratoriyên zilmê hilweşiyan, ev jî dê têk biçin."   Partiya Çepên Kesk, di çarçoveya xebatên xwe yên hilbijartinê yên li herêma Marmarayê de, li Taxa Hurriyetê ya navçeya Kartala Stenbolê, buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Partiya Çepên Kesk ku li têketina navçeyê hatin pêşwazîkirin, gel silav kirin û bi karwanî heya Taxa Hurriyetê hatin. Ciwan û jinên ku li vir govend gerandin, namzetên xwe bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin.    JIN DÊ VÊ DESTHILATÊ BIŞÎNIN   Namzeta Partiya Çepên Kesk Pervîn Tûnbûl ku beriya vekirina buroyê axivî, jin û ciwanan bi kurdî silav kir. Tûnbûlê anî ziman ku dirûşmeya "jin, jiyan, azadî" li seranserê cihanê olan dide û got ku jin dê vê desthilatê bişînin.    'EM TOVÊN AZADIYÊ DIREŞÎNIN'   Namzetê Partiya Çepên Kesk û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek jî anî ziman ku wan bi berxwedanê ev têkoşîn aniye vê rojê û got ku dê li dijî zilmê berxwedanê bilind bikin.    Çîçek ku got ew ê pergala xirabiyê di 14'ê Gulanê de binaxbikin wiha axivî: "Em tovên têkoşîna azadiyê direşînin. Divê ev tov zîl bidin. Împaratoriyên zilmê hilweşiyan, ev jî dê têk biçin."    Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hat vekirin.