Li Colemêrgê buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin 2023-04-15 19:15:01   COLEMÊRG - Partiya Çepên Kesk, li Colemêrgê bi beşdariya bi hezaran kesî namzetên xwe yên bajêr da nasandin û buroya hilbijartinê vekir. Hat destnîşankirin ku êvara 14'ê Gulanê dê bibe roja gavêtina ber bi azadiyan ve.    Partiya Çepên Kesk, li Colemêrgê buruya hilbijartinê vekir û namzetên xwe yên bajêr da nasandin. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Abdullah Zeydan, namzetên parlementeriyê yên Colemêrgê yên Partiya Çepên Kesk Vezîr Parlakî Oznûr Bartin, Onûr Duşunmez, rêxistinên HDP û Partiya Çepên Kesk ên bajêr û navçeyan tevlî vekirina buroyê bûn. Ji xeynî endamên partiyan bi hezaran kes hatin cihê buroyê. Qada ku buroya hilbijartinm lê ye, bi alayên Partiya Çepên Kesk hat xemilandin.    KARWANEKE JI SEDAN WESAYÎTAN PÊKHATÎ   Beriya vekirina buroyê bi hezaran kes li Qada Azadiyê kom bûn. Girse bi govendgerandinê, bi berzkirina dirûşmeyan û bi tilîliyan namzetên xwe pêşwazî kirin. Namzet li vir girseyê silav kirin û paşê tevî karwaneke ji sedan wesayîtî pêkhatî ber bi nava bajêr ve çûn. Wesayîtên ku bi alayên partiyê hatin xemilandin li nava bajêr geriyan. Gava wesayît li nava bajêr geriyan dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.    Karwan li ber navenda kar AHS'yê bi dirûşmeyan û bi def û zirneyê hat pêşwazîkirin. Şandeya ku ji namzetan pêk dihat li ber def û zirneyê heya cihê buroya hilbijartinê meşiya. Namzetan û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede qurdêleya buroya hulbijartinê birîn.    Di axaftinan de ku li vir ji aliyê namzetan û endamên partiyê ve hatin kirin, hat destnîşankirin ku dê êvara 14'ê Gulanê bibe roja gavavêtina ber bi azadiyan ve.     Bername piştî axaftinan bi govendgerandinê bi dawî bû.