Malbata Şenyaşar: Heta ku edalet pêk neyê wê başbûn çênebe 2023-04-15 16:42:18   RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 754’emîn de Nobeda Edaletê didomîne got: “Heta ku edalet tune be wê ne mimkûn be ku li tu qadê başbûn çêbe.”    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 754’emîn de berdewam dike. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye, malbatê li mala xwe ya Pirsûsê nobedê berdewam kir. Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam belav kir: “Heta ku edalet tune be wê ne mimkûn be ku li tu qadê başbûn çêbe. Wê di serdema nû de gelek kar bikeve ser milê dozger û dadgeran. Têkoşîna me ya heq û edaletê di roja 754’emîn de li Rihayê bi piştevaniyê didome.”