Li Bazîdê buro hate vekirin: Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya Abdullah Ocalan in 2023-04-15 13:26:07   AGIRÎ/AYDIN - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar a tev li vekirina buroyê ya li Bazîdê bû, diyar kir ku sedsaleke nû ku kurd bi kesên ziman înkar dikin re ava bikin nîne û wiha got: “Em li pişt deklarasyona çareseriyê ya 2013’an a birêz Ocalan in.”   Baskê tûra hilbijartinê yê Partiya Çepên Kesk ê Serhedê li Bazîdê buroya hilbijartinê ya jinan vedike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê tev li vekirina buroyê bûn. Şandeya ku di ketina Bazîdê de hate pêşwazîkirin, ber bi navenda navçeyê ve bi rê ket. Şandeya ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin, hate ber buroya hilbijartinê.   ‘EM Ê BI BERXWEDANÊ QEZENC BIKIN’    Hevseroka Giştî yê ESP’ê Ozlem Gumuştaş a di vekirina buroyê de axivî diyar kir ku li dijî rejîma faşîst têdikoşin û wiha got: “Em awayekî xurt ber bi hilbijartinên 2023’yê ve gav diavêjin. Em ê têkoşîna gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi hev re veguhêzin. Hemû hêza xwe ji bo me ji holê rabikin bikaranîn. Em îro ji qadan dibêjin we winda kir, me qezenc kir. Wê serhildana jinan qezenc bike û biguherîne.”   Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, anî ziman ku her polîtîkaya ku li Tirkiyeyê serweriya zilam bihêz kir têkoşîna jinan teşhîr kir û wiha got: “Li dijî feraseta yek zilam têkoşîna jinan tê. Polîtîkayên desthilata heyî yên li Kurdistanê jinan û ciwanan hedef digirin hene. Ji ber ku jin û ciwan desst ji têkoşîna azadiyê bernadin. Jinan û ciwanan ev polîtîka pûç kirin. Em ê pêla tundiyê ku desthilat li me rewa dibîne bişikînin û peymana Stenbolê ji nû ve têxin meriyetê.”   ‘KEKÊN WAN TOROSVAN IN’     Ûçar, gotina Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “xwişk û birayên min ên kurd” bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Xwişk û birayên wan torosvan in, çeteya ji 5 kesan pêk tê ye. Îdiyayeke wî hebû digot ‘em ê sedsala nû bi kurdan re ava bikin’. Sedsaleke ku kurd bi kesên zilmê li Dayikên Şemiyê re ava bikin nîne. Wê gelê kurd di 15’ê Gulanê de nîşanî we bide ka dê sedsaleke çawa ava bikin.  Ev hilbijartin di navbera desthilat û civakê de ye. Ew jî baş dizanin ku hêza bi desthilata AKP’ê û MHP’ê bide windakirin û welatekî nû ava bike li vir e. Ji ber wê yekê bi me re gelek mijûl dibin. Serokkomarê pergala yek zilamî duh li Amedê bû. Bang li gelê Amedê dikir. Li Amedê dibêje xwişk û birayên min ên kurd lê dema diçe Enqereyê dibe terora kurd. Kurd ne xwişk û birayên we ne. Xwişk û birayên wan torosvan in, çeteyên ji 5 kesan pêk tê ne, netewperestên faşîst ên kurdan înkar dikin in.”   ‘EM LI PIŞT VÎNA ÇARESERIYÊ YA OCALAN IN’  Ûçar a bal kişand ser pirsgirêka kurd, anî ziman ku bi desthilatek û aqlê dewletê yê bi rastiya kurd re hevrû nebin û nikare polîtîkayê ava bike re rû bi rû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li pişt mutebaqata Dolmabahçeyê ne. Em li pişt deklarasyona çareseriyê ku birêz Ocalan di Newroza 2013’an de şand re ne. Ez careke din bibêjim em amade ne ku pirsgirêka kurd çareser bikin. Gelê me Partiya Çepên Kesk amade ye. Em ji bo çareseriyê tên, hewcehiya me bi kesî nîne.”   ‘KAREKÎ ME YÊ NÎVÎ MAYÎ HEYE’   Ûçar, diyar kir ku li her derê diçinê coşeke mezin û daxwaza guhertinê heye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên ku dengê vê daxwaze bilind dikin hûn in. Me di 7’ê hezîrana 2015’an de Tirkiyeyeke bêyî AKP’ê ava kir, nîvî ma. Hûn di 14’ê Gulana 2023’yan de ji Tirkiyeyeke demokratîk a bêyî AKP’ê re amade ne. Hûn amade ne ku bibin damezrînerên sedsala nû? Bila rêya me vekirî be, tu astengiya me nîne. Bila 15’ê Gulana me pîroz be.”   Piştî axaftinan buro hate vekirin.    Nûnerên partiyê siyasî yên di Tûra Hilbijartinê de cih digirin ber bi Agiriyê ve bi rê ketin.