Polîsan dîsa êrişî Dayikên Şemiyê kirin: 12 kes kirin binçavan 2023-04-15 12:59:03     STENBOL - Dema Dayikên Şemiyê dîsa xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin, polîsan êrişî dayikan kir û 12 kes kirin binçavan.    Dayikên Şemiyê di hefteya 942'yemîn a çalakiya xwe de bi daxwaza li aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û darizandina kujeran xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî li qadê dorpêça polîsan berdewam kir. Lê belê beriya çalakiya dayikan polîsan qada çalakiyê bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin û daxuyaniyê asteng kirin.   Polîsan nehiştin dayikên li Qada Galatasarayê hatin cem hev daxuyaniyê bidin û piştre 12 kes kirinbinçavan.    Kêliya ku polîsan mirovên şemiyê li wesayîta binçavkirinê siwar kirin, wêneyên windayan nîşandan û îşareta serkeftinê kirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Gulseren Yolerî, Serokê Giştî yê Basin-Îşê Farûk Eren, dayik ango mirovên şemiyê Hanim Tosun, Hanîfe Yildiz, Alî Ocak, Besna Tosûn, Mîkaîl Kirbayir, Jiyan Tosûn, Îrfan Bîlgin, Hasan Karakoç, Kenan Yildizerler, Zekîne Turkerî.   PÎROGLÛ: QADA GALASARAYÊ YA ME YE    Piştî Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû nerazîbûn nîşanî binçavkirinan da û biryara AYM’ê bi bîr xist û got: “Li vir dayîna daxuyaniyê mafê bingehîn ên mirovan e. Îro ev maf tê binpêkirin. Divê her kes baş bizanibe wê têkoşîna ji bo windayan berdewam bike. Hê çend roj berê karsazê kurd Zekî Oguz hat binçavkirin û winda kirin. Bi hezaran mirov hê jî winda ne. Em dixwazin windayên me bên dîtin. Em dixwazin ev pergala ku mirovên me winda kirine were guhertin. Lewma daxuyaniya dayikan pir eşkere ye, Qada Galatasarayê ya me ye û em ê her li vir dengê xwe bidin bihîstin. Vana neçarin ku hînî têkoşîna me bibin. Em ê her li windayên xwe bigerin.”    DAXUYANIYA DAYIKAN KU HAT ASTENGKIRIN   Daxuyaniya Dayikên Şemiyê ya ku hat astengkirin wiha ye:    “Em weke parêzvanên mafên mirovan û malbatên kesên ku piştî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin binçavkirin û carek din venegeriyan li vir in. Yên ku bi salan e li Qada Galatasarayê diqîrin em in. Yên ku Galatasarayê bi hezkiriyên xwe yên bê gor mane re bikin cihê hevdîtinê em in. Yên ku mafên xwe yên destûrî bikar tînin û israr dikin ku em rastî û edaletê dixwazin em in. Yên ku dixwazin bi binçavkirinên bêhiqûqî bitirsînin em in.    WINDA LI KU NE?    Em dîsa ji bo xizmên xwe yên di hefteya 942'an de di binçavan de hatin windakirin li vir in. Em mafê xwe yê kombûnê û daxuyaniya çapemeniyê ya li Galatasarayê ku Dadgeha Destûra Bingehîn daye û xwestiye hurmet bê nîşandin û radestkirin dixwazin. Weke ku tê zanîn Dadgeha Destûra Bingehîn hincetên Qeymeqamiya Beyogluyê ji bo astengkirina hevdîtinên me yên bi biryara bo Masîde Ocak da, mafdar û qanihkirî nedît. Hebûna me ya li Galatasarayê pêdiviya demokrasiyê ye. Ji bo ku mudaxileyî kombûna Dayikên Şemiyê neyê kirin biryara eşkere da Qeymeqamiya Beyoglûyê.    Qeymeqamî neçar e ku wezîfeya xwe bicih bîne û dorpêça li Qada Galatasarayê rake. Em di hefteya 942’yan de carek din dibêjin; Windayên me li ku ne? Em ê qet dest ji vê daxwazê bernedin.