Tûra Partiya Çepên Kesk a Serhedê: Em ê serbikevin 2023-04-15 11:19:32   WAN - Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a li rawestgeha ewil a Tûra Serhedê Erdîşê axivî wiha got: “Li dijî şer û tecrîdê gelê me yê vîna xwe xurt dike dê serbikeve.    Tûra hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk li bajarên Serhedê daye destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike. Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û namzetên parlamenteriyê di saetên sere sibê de çûn navçeya Erdîş a Wanê. Şandeya ku li Bendîmahiyê bi konvoyeke qelebalix hat pêşwazîkirin ber bi navçeya Erdîşê ve bi rê ket. Şandeya bi hezkirin û îşaretên serkeftinê yên gel hat buroya hilbijartinê ya li navenda navçeyê, li vir gel silav kir.    ‘EM Ê VÊ DESTHILATÊ TÊK BIBIN’    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê ewilî axivî, wiha got: “Bila Geliyê Zîlan şahid bibe ku em ê feraseta AKP’ê têk bibin û bişînin sergoyê dîrokê. Em li hemû bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo desthilata zilmkar têk bibin dixebitin. Em hevî dikin ku piştî 14’ê gulanê em ê pêşerojeke azad ava bikin. Kurd tifaq in bi rêxistin in. Em ê teqez serbikevin.”   ‘BILA SALEKE BÊ AKP BE’    Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî anî ziman ku bi rojane li qadan xebatên hilbijartinê dimeşînin û bi lêv kir ku desthilata faşîst a AKP’ê ber bi çûnê ve ye. Li dijî polîtîkayên şer û tecrîdê wê gelê me yê vîna xwe xurt dike serbikeve. Ez bang li kesên dibêjin pirsgirêka kurd nîne dikim; li Osman Şiban ê ji helîkopterê hate avêtin re 7 sal ceza hate birîn, mirovên ku kurdî diaxivin tên cezakirin. Duh Soylû digot kurd û elewî bi saya wan rehet kirine. Kurdan çi qezenc kiribe bi vîna xwe bi xwe qezenckirine.”   Şande wê piştî Erdîşê bi dorê biçe navçeya Ebex a Wanê, navçeyên Bazîd, Giyadîn û Zetka yên Agiriyê û herî dawî jî wê li navenda Agiriyê bi gel re bicive û tûra xwe ya hilbijartinê wê îro temam bike.