Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Arik: Em ji bo guherandinê tên 2023-04-15 09:04:09 BALIKESÎR - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Bedrî Arik anî ziman ku li Balikesîrê dest bi xebatên hilbijartinê kirine û aramnca wan ew e parlementerekî bişînin Meclisê.    Partiya Çepên Kesk, armanc dike ku 100 parlementeran bişîne Meclisê û rêjeya wê ya dengan ji sedî 20 be. Ji ber vê li her derên Tirkiye û Kurdistanê dest bi xebatên hilbijartinê kiriye. Partiya Çepên Kesk, di vê çarçoveyê de buroyên hilbijartinê û standan vedike, belavokan belav dike û ji ceynî vê mal bi mal digere. Yek ji van bajaran jî Balikesîr e. Partiyê di 12'ê nîsanê de li navçeya Burhaniyeyê buroya hilbijartinê vekir û li hemû navçeyan dest bi xebatan kir.    Di hilbijartinên 2018'an de li bajêr AKP'ê 5 parlementer, CHP'ê 3 parlementer û Partiya ÎYÎ'yê jî parlementerek şandibûn meclisê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 36 hezar û 760 ray girtibûn, lê parlementer neşandibûn meclisê. HDP ku li seranserê bajêr ji sed, 4.3'yê dengan wergirtibû, li navçeyên Gomeç, Ayvalik û Edremîtê rêjeya wê ya dengan di ser ji sedî 8'an re bû. Partiya Çepên Kesk, hewl dide ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de vê rêjeyê du qat zêde bike û ji bo vê jî Şevîn Coşkûn, Gul Ertûnan Karaaslan, Canşah Çelîk, Mehmet Aslan, Mehmet Çelîkten, Emîn Fîlîz, Fîkriye Yadirgi, Nevîn Yilmaz Çakaloz û Medîne Çaglayanê kir namzetên bajêr.    BUROYA EWIL HAT VEKIRIN   Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk a Balikesîrê Bedrî Arik, têkildarî xebatên hilbijartinê yên li bajêr axivî. Arik bilêv kir ku li bajêr dest bi xebatên hilbijartinê kirine. Arik ragihand ku li Burhaniyeyê buroya hilbijartinê ya ewil vekirine û got: "Em ê li Edremît, Ayvalik û Bandirmayê jî buroyên hilbijartinê vekin. Ji xeynî vê em ê li gor ruhê bajêr, xebatên cuda jî bikin. Em dawiya hefteyê li malan digerin û li bazaran belavokan belav dikin. Her wiha em ê li deverên cuda jî standan vekin. Bi taybetî jî em ê li herêma Korfezê xebatên propagandayê yên bideng bikin. Me dest bi gera xwe ya gundan kiriye."    ARMANC PARLEMENTEREK   Arik destnîşan kir ku bajar di warê demografiyê de jî bajarekî dewlemend e û wiha pê de çû: "Çerkez, daxistanî û gelek mirovên ji herêmên din ji ber betaliyê û sedemên cuda koçî bajêr kirine. Her wiha li bajêr elewî jî hene ku doza hevwelatîbna wekhev dikin. Pêwendiya me ya bi van mirovan re pir xurt e. Em ê gelek dengan ji vê derdorê wergirin. Hilbijartina borî me nêzî 40 hezar deng wergirtibûn. Lê niha armanca me em parlementerekîb işînin meclisê. Ger em xebateke baş bikin, em ê karibin parlementerekî bişînin meclisê."    Arik bal kişand ser pirsgirêka ekolojiyê ya bajêr û got ku li bajêr ji bo zêdetirî 600 herêman ruxseta madenê hatiye dayîn. Arik bilêv kir ku perav û deverên çirav ketine ber îmarê û got ku ew Partiya Çepên Kesk bi salan e li dijî vê talanê têdikoşin û di nava tevgera ekolojiyê de xwe birêxistin dikin. Arik destnîşan kir ku ji ber vê ew îşaret bi hêşinparêziyê dikin û got: "Ev reng ne yê dolar, yê xwezayê ye û îşaret bi zindîbûna xwezayê dike."    'EM SOZA GUHERÎNÊ DIDIN'   Arik bilêv kir ku bi destpêkirina pêvajoay hilbijartinê re, eleqeya gel a ji bo partiyê jî zêde bûye û got ku ji bo guherînê pêdiviya welêt bi Partiya Çepên Kesk heye. Arik destnîşan kir ku Partiya Çepên Kesk dê mohra xwe li pêvajoya bê bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wekî partî soza guherî didin. Ji bo vê jî em li benda piştgiriya welatiyan e. Em dibêjin, em ê bi hev re jiyaneke bedewtir ava bikin. Ger em parlementerî bişînin meclisê, ev parlementer dê ne ji bo karên hin kesan biçe Enqereyê. Dê ji bo avakirina jiyana demokratîk tevbigere. Em dixwazin ev bajar jî tevkariyê li guherînê bike."   MA / Tolga Guney