Li Qoserê coşa Partiya Çepên Kesk: Emê bi hev re vê pergalê biguherînin 2023-04-14 23:19:52   MÊRDÎN - Partiya Çepên Kesk li Qoserê buruya hilbijartinê vekir. Bi hezaran kes tevlî vekirina buroyê bûn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin ku di vekirina buroyê de axivî, got: "Em ê bi hev re biguherînin." Siyasetmedar Ahmet Turk jî bang li gel kir û got: "Em vê pergala qirêj ji holê rakin."    Partiya Çepên Kesk, îro li navçeyên Mêrdînê Nisêbîn û Qoserê bi beşdariya bi hezaran kesî buroyên hilbijartinê vekirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Hakan Ozturk û namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk jî di nav de şandeya Partiya Çepên Kesk li hat ber buroya hilbijartinê ya Qada Azadiyê ya Qoserê. Li vir bi hezaran kesî şandeyê bi tilîlî û çepikan pêşwazî kir û govend gerandin.    Li vir bi dorê Salîha Aydenîz, Hakan Ozturk, Berdan Ozturk, Îbrahîm Akin û Ahmet Turk axivî   'DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIRIN'   Ewilî Salîha Aydenîz axivî. Aydenîzê anî ziman ku dê kesên ku pirsgirêka kurd red kirin bavêjin ser sergoyê dîrokê û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê. Aydenîzê destnîşan kir ku çareseriyê pirsgirêka kurd bi vekirina deriyên Îmraliyê pêkan e û got: "Deriyên Îmraliyê vekin."    Hakan Ozturk jî diyar kir ku desthilat ji bo pirsgirêka kurd xwe li nedîtinê datîne û got ku heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê aştî neyê welêt.    Berdan Ozturk jî destnîşan kir ku gel dê di 14'ê Gulanê de desthilatê bi xwêr ve bikişînin û got ku gelê Qoserê ji niha ve rengê xwe diyar kiriy û dê bi vî ruhî biçin ser sindoqan.   'EM Ê DESTHILATÊ BINAX BIKIN'   Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku ew ê bi hev re vê pergalê biguherînin û got: "Ji bo Tirkiyeyeke wekhev, azadîxwaz û ji bo avakirina komereke demokratîk em ê vê desthilatê di sindoqan de binax bikin."    Ahmet Turk jî got: "Em vê pergala qirêj ji holê rakin."    POLÎSAN ÊRIŞ KIR, FİŞEKA PLASTİK LI AHMET TURK KET   Piştî axaftinan buro hat vekirin. Lê gava girseyê govend digerand polîsan bi gaza îsîotan, ava şid û fîşekên plastîk êrişî girseyê kir. Fîşekên plastîk li gelek kesî ketin û gelek kes jî bandor ji gazê girtin. Fîşekek plastik li siyasetmedar Ahmet Turk jî ket. Piştî ku Ahmet Turk ji ber fîşekê û gaza îsotê ket xwarê, endamên partiyê ew ji erdê rakirin û ji qadê dûr xistin.   Piştî vê polîs û ciwanan li kuçeyan bi hev ketin. PIştî wextekê ciwan belav bûn û bûyer bi dawî bûn.