Mutalaaya Doza Kobanê hat eşkerekirin: Cezayê muebeda giran 2023-04-14 21:53:33   ENQERE – Di Doza Kobanê de, mutalaaya esas li dadgehê hat xwendin. Lê beşên wê yên li dadgehê nehatin xwendin û li ÛYAP'ê nehatine barkirin, serwîsê nûçegihaên edliyayê hatin kirin. Li gor agahiyên ku hatine serwîskirin, dozger doza cezayê muebeda girankirî kiriye.    Di Doza Kobanê de ku Hevserokê Giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de 108 kes pê tên darizandin, mutalaaya esas hat xwendin. Lê belê hin beşên mutalaayê yên li dadgehê nehatine xwendin û li ÛYAP'ê nehatine barkirin, di bin navê "Nîşe Agahiyê" de serwîsî nûçegihanên edliyeyê hat kirin. Ev yek, dide der ku nîşeya agahiyê bi mutalaayê re hatiye amadekirin.    Di teksta ku hatiye serwîskirin de, hatiye xwestin ku li Ahmet Turk, Bircan Yorulmaz, Ali Urkut, Alp Altinors, Altan Tan, Ayhan Bilgen,  Ayla Akat Ata, Aysel Tugluk, Ayşe Yagci, Bulent Parmaksiz, Cihan Erdal, Nazmi Gur, Dilek Yagli, Emine Ayna, Figen Yuksekdag Şenoglu, Sirri Sureyya Onder, Gulser Yildirim, Gultan Kişanak, Gunay Kubilay, İsmail Şengul, Zeki Çelik, Pervin Oduncu, Sebahat Tuncel û Zeynep Karaman cezayê muebeda giran bê birîn.