Amediyan Erdogan protesto kir 2023-04-14 21:16:19   AMED – Li Amedê ji bo Serokkomarê AKP'î Erdogan, gelek kolanên qelebalix ji çûnhatinê re hatin girtin. Welatiyên ku di rê de asê man, bi qirneyên wesayîtên xwe bertek nîşanî vê dan.    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hat Amedê. Ji bo hatin Erdogan ji danê sibehê ve gelek kolanên sereke yên bajêr ji çûnhatinê re hatin girtin. Ji ber vê welatî mexdûr bûn.    Gava wextê fitariyê nêz bû û mesaiya kar qediya, welatiyan hewl dan biçin malên xwe. Lê ji ber ku rê li çûnhatinê hatibûn girtin gelek welatî demeke dirêj di rê de man. Bi taybetî jî li hêla xeraca mezin gelek wesayît di rê de man. Welatiyan bi qorneyên wesayitên xwe Erdogan protesto kirin.