Li Êlihê bi hezaran kes ber bi buroya hilbijartinê ve meşiyan 2023-04-14 21:02:30   ÊLIH- Li bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê û li Hezoyê buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk hatin vekirin. Bi hezaran kes heya buroya hilbijartinê meşiyan.    Li bajaroka Kaniya Henê ya navçeya Hezo ya Êlihê, bi hezaran kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk bûn. Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca, namzetên parlementeriyê yên Partiya Çepên Kesk Zeynep Ûdûncû, Nûrten Ertûgrûl, Ekrem Baran û Mehmet Ruştu Tiryakî, TJA, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî vekirina buroya hilbijartinê ya Kaniye Henê bûn. Buro bi beşdariya gelek kesan hat vekirin. Paşê beşdar bi karwaneke ji wesayitan ber bi Hezoyê ve bi rê ketin.    BI HEZARAN KES BER BI BUROYA HILBIJARTINÊ VE MEŞIYAN   Namzetên bajêr li têketina bajêr, bi çepik û tilîliyan hatin pêşawazîkirin. Bi hezaran kesên ku li ber avahiya HDP'ê ya Hezoyê kom bûn, ber bi buroya hilbijartinê ya li ser Kolana Îpekyolûyê meşiyan. Dikandar û welatî bi çepikan girseyê pêşwazî kirin. Di meşê de dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Meş li ber buroya hilbijartinê bi dawî bû."    Li vir namzetên parlementeriyê yên Êlihê yên Partiya Çepên Kesk axivîn. Di axaftinan de îşaret bi hêza gel hat kirin û ji desthilatê re wiha hat gotin: "Hûn biçin."    Piştî axaftinan endamên Meclisa Dayikên Aştiyê qurdêleya buroya hilbijartinê birîn. Paşê govend hat gerandin.