Sancar: Em ê ji Denîzliyê parlementerekî bişînin meclisê 2023-04-14 20:22:09   DENÎZLÎ -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku li navçeya Merkezefendî di vekirina buroya hilbijartinêd e axivî, got: "Desthilatê karê me, nanê me û vîna me xesp kir. Lê em ê nehêlin dengê me xesp bike. Em ê ji Denîzliyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê."     Partiya Çepên Kesk, di gera xwe ya li Egeyê de, li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê buroya hilbijartinê vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîka a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Berdevka TOP'ê Perîhan Koca tevlî vekirina buroya hilbijartinê bûn. Şande li têketina bajêr bi kkarwaneke qelebalix hat pêşwazîkirin û ji vir tevî karwana ji dehan wesayîtan pêkahtî heya Taxa Alpaslanê çû. Şande li vir ji aliyê bi sedan kesî ve hat pêşwazşkirin. Vekirina buroyê bi govengerandinê hat pîrozkirin.   Ewilî namzetên parlementeriyê yên Denîzliyê yên Partiya Çepên Kesk hatin danasandin. Paşê Berdevka TOP'ê û Namzeta Parlementeriyê ya Mêrsînê ya Partiya Çepên Kesk Perîhan Koca axivî. Kocayê destnîşan kir ku ew ê vê detshilatê bişînin û got: "Bila dost û dijmin zanibin ku em ji bo serketinê tên."    ''EM Ê TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ JIBÎR NEKIN'   Paşê Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr axivî û got: "Em ê Roboskiyê, Ceylan Onkolê, Berkîn Elvan, girtiyên siyasî û pergala tecrîda Îmraliyê jibîr nekin. Em ê hesabê wan li sindoqê û paşê jî li bara darazê bipirsin. Em ê ji bo serketinê rêya sêyem ava bikin. Teqez em ê bi ser biekvin."    'EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN'   Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Snacar axivî. Sancar jî bilêv kir ku Partiya Çepên Kesk bi coşa ciwan û jinan amade ye ji bo hilbijartinê û got ku vê desthilatê di 21 salên dawî de welat ber bi karesatê ve biriye. Sancar destnîşan kir ku ew ê pêşî li vê rantxurî û kedxwariyê bigirin û got: "Lê tenê şandina vê desthilat têr nake. Em ê vê pergalê jî biguherînin."    HERÎ KÊM PARLEMENTEREK   Sancar anî ziman ku desthilata heyî berberiyê dixe nava civkê û kîn û nefretê kûr dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em coş xwe di sindoqan de jî bide der. Em ê li her derê Denîzliyê bigerin û vîna xwe di sindoqan de bidin der. Ji bo vîna me ji sindoqan derkeve, divê em sindoqan biparêzin. Desthilatê karê me, nanê me û vîna me xesp kir. Lê em ê nehêlin dengê me xesp bike. Em ê ji Denîzliyê herî kêm parlementerekî bişînin meclisê."