Partiya Çepên Kesk li Agiriyê serdana saziyên sivîl kir 2023-04-14 17:41:09   AGIRÎ- Namzetên parlementeriyê yên Agiriyê yên Partiya Çepên Kesk, serdana rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr kirin.    Partiya Çepên Kesk li Agiriyê xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Namzetên parlementeriyê yên bajêr Nejla Demîr, Heval Bozdag, Zelal Yilmaz û rêveberên Partiya Çepên Kesk a Agiriyê serdana rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr kirin. Şandeyê serdana Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Agiriyê, Baroya Agiriyê, pêkhateyên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şorşeger (DÎSK) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) kirin.    Şande ewilî serdana ÎHD'ê kir. Li vir îşaret bi ewlehiya hilbijartinê û li dijî binpêkirinên mafan ên roja hilbijartinê xebata bi hev re hat kirin. Şande paşê serdana Baroya Agiriyê û bi dû re jî bi dorê serdana DÎSK û KESK'ê kir.