Aras û Hûn xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin 2023-04-14 16:51:21   ÎDİR - Namzetên parlamenteriyê yên Pariya Çepên Kesk ên Îdirê Yilmaz Hûn û Aysel Aras xebatên xwe yên hilbijartinê bi kelecaniyeke mezin bê navber didomînin.   Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê bê navber didomin. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de rêxistina Îdirê ji du milan ve xebatên xwe dimeşîne. Partiya Çepên Kesk li aliyekî li tax û kolanên Îdirê, li aliyê din jî li gund û navçeyên Îdirê xebatên xwe didomîne. Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn di çarçoveya xebatên hilbijartinê de duh piştî fitarê li gundê Qerewq ê girêdayî navenda Îdirê bi gel re civiya. Namzet ji aliyê gundiyan ve bi coş hatin pêşwazîkirin. Namzetên parlementeriyê îro jî li gundên Godeklî û Eratanê yên girêdayî navçeya Aralikê ku bi alayên Partiya Çepên Kesk hatibûn xemilandin, serdana gundiyan kirin û belavok belav kirin. Her wiha gundiyan jî bi coş û kelecan namzet pêşwazî kirin û daxwaza serkeftinê kirin.   Herî dawî Aras û Hûn li navçeya Aralikê serdana esnafan kirin û bernameya xwe ya îro bi dawî kirin. Xebatên tax û kolanên navenda Îdir û navçeyên wê jî didomin.