Sazî û dezgehên dewletê wek her carê ji bo hatina Erdogan a Amedê seferber bûn 2023-04-14 15:53:10 AMED - Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan îro serdana Amedê dike. Ji bo serdana Erdogan xurt derbas bibe zext li personelên cemaweriyê hat kirin. Hat xwestin ku personelên ÎŞKÛR’ê yên li Şaredariya Bajarê Nû hatine îstîhdamkirin bêhincet tev li bernameya serdanê kirine.    Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan îro serdana Amedê dike. Beriya hatina Erdogan bajêr hatiye dorpêçkirin. Gelek kolan û cadeyên li navçeya Bajarê Nû û Sûrê hatine girtin. Bi hezaran polîs û tîmên taybet hatine bicihkkirin. Ji bo ku serdana Erdogan xurt derbas bibe û qelebalix nîşan bidin, zext li karker û kedkarên saziyên cemaweriyê hatiye kirin. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû û Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê ji bo beşdariya serdana Erdogan adeta seferber bûne.    ‘FERMANA MIDÛR BEG E, DIVÊ HER KES TEV LI BIBE’    Qeyûmê Şaredariya Bajarê Nû ji personelên ku bi ser ÎŞKÛR’ê re li şaredariyê hatine îstîhdamkirin, ji bo tev li bernameya Erdogan bibin hatiye xwestin bêhincet daxilî serdanê hatine kirin. Şefê personelên navborî di grûba Whatsappê de ev peyam nivîsandiye: “Bila hemû hevalên ÎŞKÛR’ê sibê saet di 14.15’an de bêmazeret li ber Navenda Çandê ya Cahît Sitki Taranci bicivin.” Karkerek di grûbê de piras “çima” kiriye. Şef jî bersiva wî daye û gotiye, “Hevalno ev fermana midûr beg e. Hevalno Serkkomar dê were ji bo wê divê her kes li wir be.”    ZANÎNGEHA DÎCLEYÊ PEYAM JI XWENDEKARAN RE ŞAND    Rektoriya Zanîngeha Dîcleyê jî ji bo bernameya Erdogan peyam ji xwendekaran re şandiye û xwestiye xwendekar beşdarî serdana Erdogan bibin.    RÊ HATIN GIRTIN    Beriya hatina Erdogan bi bariyeran gelek cade û rê hatin girtin û ev yek bû sedema xitamandina çûnehatê.    SEROKÊ CHP’Ê PEYAMA ÎŞKÛR’Ê BELAV KIR    Serokê CHP’a Amedê Abdullah Atîk wêneyên peyamên ku personelên ÎŞKÛR’ê hatiye xwestin daxilî bernameyê bikin belav kir û destnîşan kir ku di her hatina Erdogan de zext li karker û karmendan tê kirin ku tev li bernameya Erdogan bibin.